2022-05-01T06:22:26.000000Z
Yekê Gulanê, roja cîhanî ya karkeran, bi germî li tevaya karkerên Kurdistan, sandîka û rêkxistinên wan, û li karkerên Îraq û cîhanê bi giştî pîroz dikim. Kar û xebatên wan bilind dinirxînim, bi rêz û hurmet li erk, westiyana û rolê wan dinêrim, ji wan ra serkeftinê dixwazim.
Karker wek ketegoriyek giring û bi bandor a civaka Kurdistanê, tevî ku wan di xebat û pêşmergatiyê da bi çalakî pişkdarî kiriye û qurbanî dane, di prosesa avadankirin û geşepêdana welêt da wan hertim roleka ber bi çav heye. Divê bi her awayî rêz ji mafên wan ra bê girtin û jiyan û rumeta wan ya parastî be, rêxistin û sandîkayên wan çalak û rêxstinîtir bin daku bikaribin maf û şaysteyên wan û demjmêrên karkirinê baştir biparêzin û wê yekê misoger bikin ku karker di rewş û jîngeheke dirust da kar dikin.
Di vê helkeftinê da, em tekîdê dikin ku em piştgiriya hemû maf û daxwazên rewa yên karkeran dikin. Li ser sazî û aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê pêdviye ku di çarçoveya yasayan da jiyn û jiyara karkerên Kurdistanê li ber çavan bigirin û lêbixebitin ku jiyana karkeran baştir bikin û sexbêriya malbatên wan karkeran bikin yên ku di dema karkirinê da jiyana xwe ji dest daye.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
2022.05.01