Berdevkê Serokayetiya Herêma Kurdistanê birêz Dilşad Şehab ji malpera Serokayetiya Herêma Kurdistanê re ragihand:
Hin malperên torên civakî li ser tenduristiya birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê gote gotan belav kirine. Ji ber vê yekê em radigihînin ku ev gote got dûrî rastiyê ne û Serok Nêçîrvan Barzanî bi awayekî asayî erkên xwe bicîh dike.
Dilşad Şehab
Berdevkê Serokayetiya Herêma Kurdistanê
10.12. 2024