Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

2023-05-14T18:57:38.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Em kêfxweş in bi civîna îro ya Civata Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi amadebûna tîma wezîrên YNKê di hikûmetê da û em hêvîdar in ku, ev yek bibe destpêk û pêngavek ji bo çareserkirina pirsgirêkên din yên navxweya Herêma Kurdistanê.

Îro ji her demê zêdetir pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi yekdengî, yekrêzî û biratiyê heye. Serokayetiya Herêma Kurdistanê, wek hertim, dê li ser kar û hewlên xwe yên ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan bi rêya diyalog û têgihiştinê berdewam be û dê piştevaniya her pêngavekê bike ku pêgeha Herêma Kurdistanê bihêztir bike.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
14.05.2023