                    2023-12-31T12:47:39.000000Z
                
                                    Em bi tundî wê êrîşa terorîstî ya ku, şeva borî bi firokeyên bê firokevan li parêzgeha Hewlêrê baregeheke hêzên Pêşmerge kirî armanc, şermezar dikin. Êrîşa li ser Pêşmerge wek hêzeke fermî û beşek ji sîstema berevaniya Iraqa Federal, pêşhateke metirsîdar e û nayê qebûlkirin û aramî û ewlehiya Iraqê dixe metirsiyê da.
Em bang li Hikûmeta Iraqa Federal dikin ku, ji bo dîtin û cezakirina êrîşkaran tedbîrên ciddî bigre û lêkolînên hevbeş û hevahengiyê ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike. Berdewamiya êrîşên firokeyên bê firokevan li ser Herêma Kurdistanê tenê dê zirarê bide aramî û ewlehiya Iraqê û rewşê aloztir bike.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
31.12.2023