2020-08-27T15:23:54.000000Z
Êvariya îro pênçşem 27/08/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya xanima Florence Parly Wezîra Berevaniya Fransa û şandeke li gel kir.
Li civînê de pêşhatên dawî yên rûbirûbûna terorê û tevgerên Da'îş li Iraqê guftûgo kirin û tekez li ser pêwîstiya berdewamiya erkê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da'îş û hevkarî û hemahengiyên di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê ya ji bo rûbirûbûna terorê û metirsiyên wê û piştrastbûna wê ya bi yekcarî nehiştina Da'îşê kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî spasî rola bandora Fransa ya li têkşikandina Da'îş da kir û balkişand li ser rola hêzên Fransiyan li Herêma Kurdistanê û bi taybetî jî meşq û rahênana wan ya bi Pêşmerge û alîkariya warê emnî û hewalgiriya ji bo rûbirûbûna terorê, her wiha pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo hemû piştgîriyên Fransa li warên siyasî û yarmetiya mirovî da ya ji bo koçber û penaberan li wargehên Herêma Kurdistanê dûpat kir.
Ji aliyê xwe ve xanima Parly spas û pêzanînên Hikûmeta Fransa ya ji bo rola pêşengê Herêma Kurdistanê û Pêşmerge li têkşikandina terorîstên Da'îş û hewandina koçber û penaberan û parastin û berevanîkirina li pêkhatên olî û neteweyiyên li Herêma Kurdistanê kir û tekez li ser berdewamiya piştgîriya welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê kir.
Li civînê de ku birêzan Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Fransa li Iraq û hejmarek li dîplomatkar û şêwirmend amade bûn, peywendiyên Hewlêr - Bexda û guftûgoya çareserkirina kêşeyên di navbera wan ya li ser bingeha destûr, belavbûna pejika virusa Korona û encamên wê yên li Iraq û Herêma Kurdistanê û çawayiya hevkariya Fransa ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê li rûbirûbûna pejikê, pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Fransa, rewşa Iraqê û girîngiya beşdariya hemû pêkhatên welat li proseya siyasî da, diyaloga stratejiya Iraq - Amerîka û têda beşdariya Herêma Kurdistanê, peywendiyên Herêma Kurdistanê û welatên cîran, rewşa navçeyê bi giştî û girîngiya hevbeş û karê pêkveyî ya ji bo parastina aramiyê li Rojhilata Navîn û çend pirseke dinê ji bo her du aliyan girîngbûn xistin ber behs û guftûgoyan.
Piştî civînê jî Serok Nêçîrvan Barzanî û xanima Florence Parly Wezîra Berevaniya Fransa li civîneke hevbeşa rojnamevaniyê de, behsa naveroka civînê kirin.
Li daxuyaniyê de Serok Nêçîrvan Barzanî got: Bi xweşhaliyê ve me pêşwaziya madam Florence Parly Wezîra Berevaniya Fransa kir. Serdana wan di demeke hestiyar daye ku hê jî Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîstiya wan bi piştgîriya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da'îş heye, wekî çawa pêwîstiya wan bi piştevaniya siyasî û aboriye jî. Fransa endameke bi bandorê Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo rûbirûbûn û têkşikandina terorê, piştevanî û hevkariyeke zêde pêşkêşî Iraq û Herêma Kurdistanê kirine. Em bi pêzanîn û girîngiyê ve vê serdana wan dinêrîn ku li vê dema hestiyar da nîşana berdewamiya piştgîriya Fransaye ya ji bo Herêma Kurdistanê.
Her wiha got: Fransa li gelek wêstgeh û qonaxên dijwar da piştgîriyê li Herêma Kurdistanê kirine, peywendiyeke dîrokî me her du aliyan pêkve girêdide. Her li serdema enfalên 1988 ve heta raperîna noht û yek û azadiya Iraqê û piştî wê jî, herdem Fransa muameleya dosteke nêzîkî li gel Herêma Kurdistanê da kiriye. Gelê Kurdistanê tu demekê wan piştgîriyên Fransa ji bîr nake.
Di derbarê piştgîriyên Fransa yên ji bo Herêma Kurdistanê jî got: Li vir da hez dikim dûbare spasî helwesta Serok Macron bikim ku li aloziyên payîza 2017 da destpêşxeriyê kir û dorpêça siyasî û dîplomasiya li ser Herêma Kurdistanê şikand. Hevkarê me bû li aramkirina rewşê û destpêkirina diyalogê û hevdû têgihiştina hevbeş ya li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê.
Di dema şerê Da'îş da, ji bilî piştgîriya serbazî û alîkariya emnî, yarmetiya mirovî jî pêşkêşî koçber û penaberan li hemû pêkhatên olî û neteweyiyan kir, bi taybetî jî xûşk û birayên Mesîhî û Êzdî, her wiha li Fransa dergehê ji bo wan vekirin û pêşwaziya hejmareke wan ya zêde kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir: Herêma Kurdistanê mijulî pêşxistina zêdetirê peywendî û alîkarî û hevbeşiye li gel Fransa, dergehê kar û veberhênanê ji bo kerta taybet û li ser pişta kompanyayên Fransî ye, dikarin beşdarî û hevbeşiyê li pêşxistina bingeh û jêrxana Herêma Kurdistanê da bikin, bi heman awayî li warên siyasî, emnî, akademî û kultûrî de jî em dikarin pêşxistineke zêdetir bi peywendiyên xwe bidîn.
Li dawiya daxuyaniya xwe de daxwazê ji xanima Parly kir silav û rêzên wan bigihîne yek bi yekê serbazên Fransa li Herêma Kurdistanê û got: Spasî rola wan ya li têkşikandina Da'îş da dikîn. Spasî rola birêzan Balyozê Fransa li Bexda û Konsolê Giştî li Hewlêr dikîn ji bo pêşxistina bi peywendiyên me, her wiha spas ji bo hevkariya Fransa ya ji bo rûbirûna pejika virusa Korona li Herêma Kurdistanê dikîn.
Dûbare bi xêrhatina Madam Parly dikîn, gelek spas.
Ji aliyê xwe ve xanima Florence Parly Wezîra Berevaniya Fransa jî li daxuyaniya xwe de got: Gelek spas cenabê Serokê Herêma Kurdistanê, dixwazim bi germî spasî Serokê Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî bikim, gelek spas ji bo vê pêşwaziyê.
Piştî serdana min ya Bexda, min serdana Herêma Kurdistanê jî kir bi mebesta derbirîna piştevaniya Fransa ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê ku rûbirûyê çendîn gefên mezin bûne, li rûyê tendirûstî û warên din ve.
Rêzdar cenabê Serok, em li gel we ne li vê qonaxa dijwar da, li rûbirûbûna Da'îş da jî em li gel we dibîn, me heman dijmin heye ku navê wî Da'îşe, li vê cengê dijî Da'îş da xebata Pêşmerge gelek girînge û Fransa şanaziyê pê ve dike li gel Pêşmerge vê cengê dike ku eve şeş sale berdewame. Cengekê dijware, cengekê girane, lê belê cengekê gelek girînge û divê berdewam bê. em mikurîn ku li gel we berdewam bîn li cengê dijî Da'îş ya li çarçêweya Hevpeymaniya Navdewletî da. Li gel desthilatdarên Iraqê, her wiha li gel General White û Wezîrê Berevaniya Hikûmeta Iraqa Federal jî me behsa vê babetê kir.
Li dawiyê de dixwazim tekez li wê yekê bikim ku ji rewşa asayîşa Rojhilata Navîn gelek dilgiranîn, li gel Serok Nêçîrvan Barzanî me tekez li wê yekê kir ku li piştgîriya xwe de berdewam dibîn û piştevaniya zêdetir dikîn. Her wiha pêwîste serweriya Iraqê bê parastin û ew alozî û destwerdana derve nabê, pêwîste diyalogeke baş li navbera welatên navçeyê da hebê û ez bawerim Serok Nêçîrvan Barzanî kar ji bo wê yekê dike. Her wiha dikarîn bi pêkve Da'îşê têkbişkênîn.
Gelek spas.