2021-11-18T06:49:43.000000Z
Nîvroya îro çarşem 17.11.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Dr Berhem Salih Serok Komarê Iraqa Federal kir.
Li civînê de rewşa Iraqê bi giştî û qonaxa piştî proseya dengdanê û hilbijartina Encumena Nûnerên Iraqê û encamên wê, peywendiyên Hewlêr - Bexda û hewlên çareserkirina wan, pirsa damezrandina hikûmeta nû ya Iraqê, şerê terorê û rûbirûbûna gefên Da'îş û pêşhatên navçeyê bi giştî, xistin ber behs û di vî derbarî de danustandina bîr û ramanan kirin.
Her du alî tekez li ser girîngî û pêwîstiya alîkarî û hemahengiya hêz û aliyên Iraqî ya ji bo derbaskirina gefên vê qonaxê kirin û hevra bûn ku hemû pêkve ji bo cêgîrkirina aramiyê û pêkanîna hikûmeteke xizmetguzar û bersîvderê çaverêyî û daxwaziyên welatiyan kar bikin û proseya siyasî û welat bixin ser rê û pêgeha xwe ya dirust.