dîroka hevçerix ( 1900 - 2003 )
herêma kurdistan ê weke qewareke sîyasî û kargîrî piştî şerê kendavî ê dûiyê li 1991ê peyda bu ye. paşan û piştî şerê azadkirina îraqê li sala 2003ê, û jinavçona rigêma îraq ê a berê, herêma kurdistanê şerîyeta yasay û desturî bi dest xist.
lê pêş hebuna herêma kurdistanê, di gelek evrazî u nişîvîyan de buhorî, li çerxa bîstan de û piştî damezrandina dewlata îraqê, gelê kurd berdewam tuşî arêşeîyan bu digel hikûmetên navendî ji bu mafên xwe û şêwazê hikûmranî yê. ew arêşe gelek caran gehiştin asta bihevçunên dum dirêj dinavbera bizavên sîyasî li kurdistanê digel hikûmetên bexdayê.
xebata piştî damezrandina îraqê
berî rewş bi berjewenda sîstema paşayetî bi keve li sala 1919ê de, gelê kurdistanê bizavên xwe zêdekirin bu serbexweîyê ji desthelata brîtanî li îraqê. ew bu şoreşa şêx mehmudê hefîd li sala 1919ê de yek ji hewlên ciddî û destpêkî ên ji aliyê gelê kurdistanê ve bu avakirina qewarekî li kurdistanê.
û şoreşên barzan li destpêka salên 30an heya dawîya salên 40an de, xebata gelê kurdistanê ji bu mafên xwe ên neteweîy, di wan salan de hevçunên mezin dinavbera leşkerê îraqê û şoreşvanên kurdistanê de rûdan.
şoreşa îlonê û rekeftina 11î adarê
nakukîyên kûr ên diyar dibun paşî sala 1960ê dinavbera hikûmeta navendî û serkirdayetîya sîyasî a kurdistanê, bu egera şoreşke seranserî kurdistanê çruska wê li 11i îlona 1960ê destpêkir.
vê şoreşê erka karûbarên kargîrî ên deverên li jêr desthelata şoreşê bi stoyê xwe ve girtin û di heman dem de li hember êrîşên leşkerê hikumeta navend a îraqê rawestan. ji egera vê berxwedanê rêkeftina 11î adarê hate rojevê, ewa hatîye îmzekirin ji alîyê serkirdayetîya kurdistanê bi serokatîya mustefa barzanî û hikûmeta navend, derbarî mafên otonumî li kurdistana îraqê, lê gelek dem ne buhorî heya hikûmeta navendî rêkeftina adarê binpêkir, derencam bi dawî hatina dan û standinan û despêkirina şer ji nu ve dinavbera şoreşvanên kurdistanê û hikûmeta navendî li adara 1974ê. de heman dem de rêkeftina ( 6î adara 1975ê ) dinavbera îraq û îranê de bu eger ku givaş li ser pêsmergeyan zêde bibe û egerê şikestina şoreşa îlonê bu.
destpêkrirna şoreşê ji nu ve ( 1975 - 1991 )
piştî buhrîna demeke kort bi ser şikestina şoreşa îlonê, şoreşê ji nu destpêkir. berhigarîya pêsmergey herî zêde li deverên sinurî û çîyaîy bu li hember leskerê îraqê. her ji destpêka sala 1985an, hêzên pêşmergey êrişên xwe bu serbingehên leşkerê iraqê zêdekirin ewê di heman dem de şerekê dumdirêj li dijî k û mamra îslamî a îranê dikir. şerê îran - îraq bidawî hat li sala 1988an, di pîştre dagîrkarîya îraqê bu kûwêtê û şerê kendavî ê duyem li sala 1991ê de destpêkir. ev hemu gere bun rêxweşker bu serhildana gelê kurdistanê li adara 1991an de. werçerxanek mezin rûda li dama neteweîyên yekgirtî û civaka navdewletî devera dije firînê dest nîşankirî ( biryara 688 encumena asaîyşê ) li dijî leşkerê îraqê ku rê ne dida hikûmeta îraqê bi encamdana operasîyonên leşkerî li beşeke mezin ji axa herêma kurdistanê, ew devera dije firînê bu hêvênê damezrandina herêma kurdistanê li îraqa fediral.
enfal û helebçe
li jêr navê enfal, hikûmeta îraqê li nîva duyem ji dawya salên heştîyan de dest bi piroseyeke rekxistîkir ji bu lawazkirina berxwedana gelê kurdistanê û hêzên pêsmergey. ew pirose li sala 1986an de destpêkir û berdewam bu heya sala 1988ê. ku di vê pirosê de 180 hizar hevwalatîyên kurdistanî canê xwe windakirin, yan windabun yan jî hatin widndakirin. dadgeha lahay wesfa enfalê kirîye weke kûmkojî. hevdem digel vê pirosê, li 16î adara 1988an hikûmeta navendî li bajarê helebçe yek ji huvanetirîn tawanên şer encamda dema firokêiyên şer ên leşkerê îraqê helebçe bi çekên kîmyayî burdumankirîn,u di dencam de bêhtir ji pênc hizar hevwalatî şehîd bun û bi hizaran birindarbun bi şunwarên çekên kîmyayî ên dumdirêj.
qunaxa îdareya serbixwe ( 1992 - 2003 )
pişti bi dawî hatina şerê kendavî û xwevekêşana leşkerê îraqê li devera dije firînê li bakûr li sala 1991ê, bereîya kurdistanî kar û barên birêvebirina kurdistanê bi stoyê xwe ve girtin. ev bereye hemu hêzên kurdistanî bi xwe ve digirtin û roleke giring hebu ji bu destberkirina aramîyê li herêma kurdistanê û nehiştina dirustbuna buşaîya ewlehî li kurdistanê. piştî helbijartinên perleman ewên li 1992ê hatîn encamdan, herêma kurdistanê yekem perleman û hikûmeta û encumena dadwerî a serbixwe damezrandin.
şerê navxwe ( 1994 -1998 )
naukîyên dinavbera hêzên sîyasî ên kurdistanî de, rê xweşkirin li dawîyê bu şerê navxweîy li herêma kurdistanê. ev şerê part û aliyên kurdistanî têkeftîn, ji pir zehmetrîn qunaxên dîroka kurdistanê bun. şerê navxwe li 1994ê destpêkir û li 1998ê bi dawî hat bi navbeynkarî a amerika.
qunaxa du îdareîyê ( 1998 - 2005 )
pistî bi dawî hatina şerê navxwe, li herêma kurdistanê du îdareîyen sîyasî û leşkerî hatin damezrandin. hewlêr û dihok ser bi îdareyekê bun, silêmanî û germyan ser bi îdearayek din. du hikûmet û îdare li hewlêr û silêmanî avabun. piştî biryara neteweyên yekgirtî, civaka nîvdewletî, îraq û herêma kurdistanê xistin jêr sizayên aburî ên dijwar, rewşa jîyara xelkê herêma kurdistanê zehmetkirin û bu egera pêleke mezin a kuçkirinê bu dervey welat.
yekgirtina herdu îdareyan ( 2005 - 2017 )
piştî helbijartinên 2005ê, rewşa du îdareîyê li ser asta hikûmet û perleman nema, û hikûmeteke hevgirtî bu herêma kurdistanê li hewlêrê hat pêkanîn. û hevdem digel vê yekê, û li gorey destura îraqê, herêma kurdistanê li salên paşî 2005ê pişikdarîyeke çalak di piroseya sîyasî li îraqê de kiriye û pişkdarî di helbijartinên perlemana îraqê de kir bi lîsteke yekgirtî ku hemu hêzên kurdistanî têde bun. di wan salan de aburya herêma kurdistanê geşeîyeke mezin kir û bazarên kurdistanê pêşkeftineke bê wêne bi xwe ve dît.
kêşeîyên digel hikûmeta fediral ( 2007 - 2017 )
destura îraqê amaje daye bi yekalîkirina kêşeya deverên nakokî li ser, ya ku li made ya 140 a desturî zelalkirî, bi dawîya sala 2007an. divîya ev kêşeye bihê çarekirin bi rêya asaykirina rewşa wan deveran û vegerandina xelkê resen ê wan deveran bu warên xwe paşan encamdana amara akincîyan û referandûmê. ev kêşye, bi taybet li parêzgeha kerkukê , ev arêşeya bingehîne di navbera hikûmeta fediral û hikûmeta herêma kurdistanê. di heman dem de babetê derhînan û serbexweîya aburî a herêma kurdistanê arêşyeke din a sereke ye di navbera bexda û hewlêrê de.
referandûm (2017)
referandûma serbexweîya kurdistanê û deverên nakokî li ser li (25î îlona 2017ê) hat encamdan, di referandûmê de bêhtir ji 92% ji xelkê herêma kurdistanê û deverên nakok deng ji bu serbexweîyê dan. Hikûmeta fediral dan bi referandûmê ne da, û derencam gereke din a alozî û astengan dinavbera bexda û hewlêrê de rûda.
pêgvejiyan dinavbera pêkhateiyên kurdistanê de
herêma kurdistanê ji alîyê pêgvejiyanê û rêzgirtina mafên netew û olan dihête hejmartin devereke aram li rojhelata naverast. Gelê kurdistanê û hikûmeta wê sîmaîyên tundrewy a olî û mezhbî û netewî, tê de nînin, û vê rastîyê nasnameiyeke cîhanî daye kurdistanê. turkumen û mesîhî û êzidî û şebek û zerdeştî di çalakin ji royê sîyasî û civakî ve. behtirîya reha a pêkhateîyan bi netweîy û olî, bi taybet pêkhateiya mesîhî, di nava sinurê îdarî ê hikûmeta herêma kurdistanê de dijîn û cihê xwe di perleman û hikûmetê de heye û mafên wan di parastîne. dîroka mesîhî û şebek û êzidîyan, ji egera cihê wan ê cografî, pire ji çîrokên bi êş, û bi taybet êzidîyan ên serkirdayetîya herêma kurdistanê dibêje ew kurdên resenin, di gelek serdem û qunaxên dîrokî de rastî êş û komkujiyan bune, dawîya wan jî êrişa rêkxirawa daîş a terurîstî. êzidî şungirên ola xwe a taybetin, û hikûmeta herêma kurdistanê piştevanîyê lê dike û mafên wan li perleman û parastîye, weke hemu şungirên olên din çalakî û rê û resmên xwe ên olî bi azabî encam diden.
s serkirdayetîya sîyasî û hikûmeta herêma kurdistanê tekezdiken li hemu helkeftên olî û netewî ku kurdistan welatê hemuiyane û divê hemu pişikdarbin di birêvebirina wê de û dibîne ku hemu erkdarin di erk û mafan de. pêşî 28 salan, perlemana kurdistanê îtraf bi zimanên turkmanî û siryanî kirye weke zimanên fermî, û dibistanên siryanî û turkmanî li herêma kurdistanê hene.
Abur
herema kurdistanê bi şêweyeke taybet pişt bi dahata înercîyê girêdidet ( saman û kanza ên jêr erid ) paşan çandinî û turisim. herêma kurdistanê pêşkeftîtire ji hemu parçeyên îraqê ên din, ji egerê aramîyê, jiber ku syaseta asaiyşa xwarinê li herêma kurdistanê bêhtirîya dahatî arastey pirojeyên geşekirinê kirin.
pistî piroseya azadkirina iraqê, berêz Nêçirvan Barzanî serokatîya encumena wezîrên herêma kurdistanê wergirt, dest bi piroseyeke berfireh a aburî , bazirganî , avakirin û gaşpêdanê kir ji bu avakirina bawerîyê bu sermayedaran li kurdistanê, kurdistan gihîşe askteke ku ne bi tenê dihate hejmartin devereke aram û pêşkeftî, belê xwedî pêgeheke syasî ê navdar û emerîka û gelek welatên ewrupayê kunsulxaneiyên xwe lê vekirin û bi sedan kompaniyên byanî weberhênanê li kurdistanê diken.
samanê nefit û gazê
kurdistan xwedî samaneke mezin ê nefit û gazê ye . şehreza texmîn dikin ku yedekê herêma kurdistanê yê neftê nêzî yek milyar( 7.28* 109 m çarguşe) bermîlane, bi vê yekê kurdistan li rêza şeşê li ser asta cîhanê dihêt ji alîye yedekê neftî ve. mil bi milê neftê, kurdistanê yedekekê samanê gazî yê mezin heye,ku gaza digel neftê derdikeve dihê texmînkirin bi bêhtir ji 800m çarguşe ( 100 * 1012 pêyên çarguşe), û kompanîyên mezin niha kardiken li kurdistanê di biwarên lêgerîn û derhênan a nefit û gazê weke , exxson mobil , gazprom , genel energy , hent oil , golf keston , marathon oil , chevron , dana gas.
du firokxaneiyen nîvdewletî li herêma kurdistanê hene li hewlêr û silêmanîyê, girêdan digel welatên rojhelata navîn û ewrupayê hene, û jêdereke din a dahate.
çandin
herêma kurdistanê xwedî hemu elemênt û binemaîyên çanidinê hene û ji pedivîya wê bêhtir, ji erdeke bi peyt û av û seqayekê guncay û cutkarên bilîmet.
jiber ku genim binemaiyê asaîyşa xwarinê ye, herêma kurdistanê bêhtir ji pêdivîya bazara xwe genim berhem di îne.
li herêma kurdistanê nêzî 1.220.270 dunim ji erdê avî ku bi kêrî çandinîyê dihen hene, 6450 dunim pirojeîyên stratecik, 1.145.000 dunim pirojeîyên çandinîyê en biçuk, û 10270 dunim ji ruberê avî. çendîn salan berhmê genim ji pedivîya xelkê herêmê zêde berhem hatîye, ku gihîştîye milyon tonan ji genim, li demekî ku pêdivîya navxwe nêzî 550 hezar tona ye, genim ji berhemên sereke yên ku herêm dikare bihinêre derve.
li gorey plana wezareta çandinê, pêdivîya navxwe ji keskatiyan ( bacan sur, xîyar, pitat ) dihê dabînkirin û di şîyan de ye bihinêrin derve, her wesa hinar, tirî, hingiv, û peleweran.
samanên kanzaîy
Gelek curên kanza ên jêr erd li deverên kurdistanê hene. û girigîyeke baş pê nehatiye dan bi berawird di gel nefit û gazê, û lêkulîn lê ne hatye kirin. ew kanzaîyên heya niha hatîn dîtin li herêma kurdistanê, bi şêweiyek sereke pêkhatîne ji berên kiprîtî, ku mezintrîn kêlgehên cîhanî dikevin başurê rojhaleta bajarê hewlêrê. û herwesa reju, asin, sifir, zêr, berê kilis ( ên di dirustkirina çîmentuyê de dihê bikaranîn ), û çînko û berê mermer hene belê bi rêjeyek kemtir ji rêjeya kiprîtê
dahatê takî
raporta banka nîvdewletî a li 2020an de balevkirî xweya dike, ku dahatê takî li îraqê li asteke navincî de ye û dinavbera 4050 û 12535 dolaran li salê de ye, û ev asteke navincîye weke dahatê take li welatên çîn, urdun, lubnan û turkiye.
Cografya herêma kurdistanê
dîroknîs û vekoler xweya dikin ku sinurên ev parçeiya kurdistanê ji alîyê bakur ve, sinurên îraq - turkiye ne, ji qezaya zaxo heya qezaya bedre ( ser bi parêzgeha wasit / kut li rojhelata naverasta îraqê ), û ji alîyê başur heya zincîra çiyayên hemrîn, li rojhelat ji sinurên îraq - îran, û li rojava sinurên îraq - surya .
axa herêma kurdistanê pêkdihê ji çîya û zincîrên çîyayan û niwal û giran. zivistana wê sare û baranî ye bi rêjeiyke cuda, dinavbera 200-1000 ml, her wasa berif bi rêjeiyên cuda dibare bi taybet li deverên çîyaîy ku bide egera dirustbuna kanî û rubarên mezin û biçuk ( zê yê mezin, zê yê biçuk, sîrwan, xabur ên di horikin nava rubarê dîcle ). deverên çîyaîy bi darubaran dapoşî ye. havîna wê gerime di deverên deştan û germahî kêmtire li deverên çîyaîy, anko çend beref çîyaîyan biçîn pilên germê kêmtir dibe. zinarên çîyaîy yên bilind hene ku bilinbtirîn gupîtk, gupîtka helgurd e li zincîra çîyaîyên hesarost ku bilindahîya wî digehe 3607 m.
ruber
ruberê herêma kurdistanê 78736 kîlometrên çarguşe ye ku 18%ê yê têkrayê ruberê îraqê ye, û van deveran bi xwe ve digire:
parezgehên hewlêr, silêmanî, dihok, kerkuk ( pişkek ji parêzgehê ) , û helebçe , digel hemu qezayên parêzgeha neynewa, bê qezayên musil û be'ac û heder. herwesa qezaîyên xaneqîn, mendilî, kifrî ( bê nawçedarîya beledruz ) , a bi ser parêzgeha dîyala ve, û navenda qezaya bedre a ser bi parêzgeha wasit / kut. Hikûmeta herêma kurdistanê damudezgehên hikûmetê bi rêvedibe û pêşmerge bi erka parastina sinuran radibe.
seqayê herêma kurdistanê dabeş dibe du deveran :
devera seqayê derya naverast
ev curê seqay deverên bakur û bakurê rojava bi xwe ve digire, û sinurên wê ên bakur bihevre digel sinurê bakur ê deverên cîyaîy ên herêma kurdistanê ne. ev devere rubera wê behtir ji 50î hizar kîlometrên çarguşe bixwe ve digire, dihête naskirin bi sermaya dijwar li werzê zivistanê û navincî li havînê. rejeya berif û baranan lê zêdeye li çileyê zivistanê, û havîna wê hişke , ev devere pir barantirîn devera îraqê ye, rêjeya baran barînê ji 500ml kêmtir nîne, çend beref rojhelat û bakurê rojhelat ve biçîn rêjeya baran barînê bêhîtir dibe û caran digehe asta qutkirina rêîya dinavbera dajaran de bu çend rojan.
seqayê nîmçe hişik ( germesêr )
ev devere beşa may a herêma kurdistanê bi xwe ve digire, ku ji alîyê baranan ve weke devera dine ( havîna wê hişke û zivistana wê baranî ye ), belê cudahîya wê di rêjeîya baran barînê de ye ( kêmtir ji 500ml ) û pileiyên germê di havînan de bilindtirin û seramya zivistana wê kêmtire, carên kêm berif lê dibare.
perwerde û fêrkirin li herêma kurdistanê
xewendin li herêma kurdistanê bi herwe ye ( bê pere ), ji baxçîyên zarokan destpêdike heya peymangeh û zanîngehan. ziman ê sereke ê xwendinê li herema kurdistanê kurdî ye. li qunaxên bineret û amadeîy, li hinek dibistanan zimanên siryanî, turkî, erebî, înglîzî, almanî û fransî dihên xwendin.
baxçeiyên zarokan
zaro li jîyê çar salî li baxçeyan dihên wergirtin, û di du salan de fêrî binemaîyên xwendinê dibe, paşan diçe qunaxa bineret.
qunaxa bineret
qunaxa bineret, ew aste ya qotabî bi 9 qunaxên xwendinê re derbas dibe, li qunaxa 9ê ezmunên niştimanî yên gistî dike, paşan diçe peymangeh yan amadeîyê bi çeqên wê ên zanistî û wêjeîy yan jî pîşey, ji gorey heza qotabî, û wezaret berpirse ji hemu pêtivîyên qunaxa bineret.
qunaxa amadeîy
qunaxa amadeîy, sê astên xwendinê ne, polên 10, 11, 12. li pola 12ê qotabî pişikdarî ezmunên niştîmanî yên giştî dibe bu bi destxistina nimeryên wî hejî wergirtinê li zanîngeh û peymangehan dike, wezareta perwerdîyê berpirse ji hemu karubarên qunaxa amadeîy.
wezareta perwerdeîyê berpirse ji danîna sîyasetên perwerdehî û fêrkarî bu qunaxên bineret û amadeîy li kurdistanê, her wesa danîna pilanên xwendinê û program û pirtukan.her wesa wezareta perwerdeiyê berpirse ji babetên dinava programê xwendinê û naverok û armanc û jimara waneîyan.
xwendina bilind
qotabî diçe zinîngehê yan peymangehê, piştî derbasbunê ji ezmunên niştîmanî li pola 12ê , û bo çuîyna hinek peymangehan bi tenê pêdivîye ezmuna niştîmanî derbas bikin li qunaxa 9ê bineret. xwendin li peymangeh u zanîngehan dinavbera 2 - 6 salane, piştî bi dawîanîna evan qunaxan hinek dihên damezrandin li damudezgehên hikûmetê yan kertê taybet, wezareta xwendina bilind berpirse ji karubarên zaningeh û peymangehan.
turism
pêgehê cografî yê herêma kurdistanê, siruşt û dîrok û şaristanî, cihên turismî û olî, şunwarên cuda, niwal, gir, çîya, şikeft, nexiş, û mizgeft û dêr, digel seqaiy, egerin ku li hemu demên salê geştîyaran rakêşe herêma kurdistanê. herema kurdistanê 3000 cih û deverên geştîyarî hene, ji cihên razanê û xaringeh û cihên siruştî û diruskirî û çalakîyan.
desteiya turismê li herêma kurdistanê heya ku nexşeiyeke stratejî dariştiye bu vî sektorî, ku buye egera pêşkeftina turismê li salên bohurî.
turisma olî
herêma kurdistanê navenda olên kevnar buye, weke mîtraîy û zerdeştî. welatê bi hevre jiyana olî weke îslam, mesîhî, êzidî, heqanî û kakeîy û komên din ji bawerdar û olan. her wesa cihê peydabuna gelek pêxemberan e weke zerdeşt, îbrahîm xelîl, nuh, eyub, uzeyr û danîyal. û gelek mezargehên olî li axa kurdistanê hene. hijmarek mezin a mizgeft û dêr û peristgeh û mezargehên kevnar hene, ev jî egerek sereke ye bu rakêşana geştîyaran li navxwe û derve bu seredana cihên olî û kirina lava û nimêjan. .
tursima jîngehî
jîngeha herêma kurdistanê taybtmendîya xwe heye li ruyê seqay ve, li herêmê berif û baran li deverên çîyaîy dibare li zivostanan, seqayekê bedwe li buharê, û pileiyên germê ên navincî li havînan, her wesa gîyayên siruştî û ên bi dest çandî, ji gul û keskahîyê , candar û balinde, kiltur û şunwar, ciwanîya dîmenên gund û xîvetên kuçran, bilind û nizmî a tobografî, rubar û kanîyên zelal, zinarên çîyayen bilind weke helgurd ( 3607m ) û çîyayên qendîl, sekran, zuzik, korek, biradust, hindirîn, şirîn, gare, metîn, zimnako, pîremegron û sefîn û yên din, her wesa bi sedan gelî û niwal, û gelek daristanên siruştî, û biryar hatedan bi dirustkirina parastingeha ( rezerv ) helgurd - sekran li ser rubera 600 km ên çarguşe. li kurdistanê çendîn sîlav hene bi dîmenên ciwan û balkêş.
turizma rewşenbîrî
kurd, turkman, aşurî û kildan û ermen, û ereb li kurdistan a îraqê dijîn, ji kurdan çendîn eşîret hene, her netew û eşîretekê merasîm û kulturê xwe û cil, devok en taybet hene. kelupelên çandinîyê ên taybet bi xwe hene, kereste û navmalî, zêr û zînet, şêweyên taybet bi durîna cilan û li ber xwe kirinê, di lênan û xarinan de, amurên hunerî ... htd. ev muzaiyke civaka kurdistanê cuda dike ji durhêlê xwe û ji gelên din. gelek muzexane li kurdistanê hene li hewlêr, dihok, silêmanî , helebçe û kelar. her wesa gelek berhemên karê destî ên ku heya niha durustkirina wan di dume û li ber destê geştîyaran de ne.
turizma şunwarî
li herêma kurdistanê bêhtirî 3500 cihên şunwarî hene, beşek ji wan giringin ji royê gestîyarî ve, weke kelhen ( hewlêr, xanzad, dêrê, diwên, sartike, akrê, amêdî, rewanduz, şêrwane, berzince ) . her wesa komeke nexşên li ser keviran weke ( qizqapan, xinis, helametan ) . û hijmareke peykerên li ser kevran nexşandî weke ( herîr, derbendî bêlole, derbendî gawir ). li herêma kurdistanê hijmareke şikeftên şunwarî ji heye weke ( şaneder ewa mirovên nîyandirtal têde jîyayn, û 9hestî lê hatin dîtin ku dîroka wan vedigere pêşî 60 hizar salan pêş zaîynê - şikefta çarston ku peristgeheke zerdeştî bu û gundek lê heye digel çend wênîyên nexşandî - şikefta bêstun û hudîyan - çemê rêzan - hizar mêrd - zerzrî ya ku parçeîyên şunwarî lê hatîn dîtin ). li bajarên silêmanî û dihok muzexane hene bi hizaran parçeiyên sunwarî lê hene. jiyana çandinî pêşî 10 hizar salan li gundê zuya çemî û li gundê çermo pêşî 7 hizar salan dest pêkiriye. şunwar di berhevin bu pêşwazîya geştiyaran.
turizma avî
siruştê herêma kurdistanê gelek nizmî û bilindahî hene, gelek çîya û gelîyên dirêj, û berf û baran li zivistanê lê dibare, û gelek rubarên biçuk û kanî lê hene , her du zêiyên mezin û biçuk û herdu di horikin ser rubarê dicle, her wesa gelek kanî li deverên çîyayî hene, sulavên weke gelî elî beg, bêxal, ehmedawa, şeraniş, sulav û bestê, hene . û hijmareke sikran jî hene weke dokan, derbendîxan, dihok û baweşaswar. her wesa melevangehên vekirî û daxistî li bajarên silêmanî, dihok û hewlêr hene . kurdistan xwedî samaneke avî yê zelal û şirîne.
li herêma kurdistanê du curên turzma çareserîyê hene, a êkem siruştî ye, û duyem mirovî ye. di nava siruşt de gelek kanîyên kanzaîy hene, xelik seredanê lê dike bu çareserîya nexweşîyên pîstî , zerikê, berikên gurçikan.
çareserîya mirovî, hemu nexweşxaneîyên herêma kurdistanê bi xwe ve digire, û bi taybet nexweşxaneîyên kertê taybet, ên nuşdaran taybetmend ji welatên pêşkeftî di înin kurdistanê, û geştiyar seredana herêma kurdistanê dikin ji bajarên îraqê û welatên derdur ji bu careserîyê.
li herêma kurdistanê gelî , çîya, daristan, rubarên mezin û biçuk hene, gestiyar dişên werzişa çîyavanîyê bikin li çîyaîyên helgord û pîremegron û korek û biradust, şirîn û sefîn, û dişên geştan di nava gelîyên kûr û dirêj û rubarên çepuçîr û şikeftên kûr de bikin. turizma pêşangeh û konfiransan li herêma kurdistanê, cureke din a turizmê ye, û pêşesazîya turizmê ji pêşkeftîtrîn pêşesazîya ye li cîhanê û ji sekturên herî giringe di bazirganîya nîvdewletî de.