2019-10-15T07:50:09.000000Z
Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser pabendiya proseya reform û çaksaziya li Wezareta Pêşmerge kir û ji bo hevkarî û piştgîriya wan ya li vê proseyê de, spasî Brîtanya û welatên dinê Hevpeymaniya Navdewletî kir.
Li civîna ku îro sêşem 15/10/2019 li gel birêz General Jhon Lorimer Şêwirmendê Bilinda Brîtanya yê Karubarê Rojhilata Navîn û şanda li gel, birêz Serokê Herêma Kurdistanê spasî Brîtanya û Hevpeymaniya Navdewletî kir ku li şerê dijî terorê da hevkariya Herêma Kurdistan û Iraqê kirin û tekez li ser pêwîstiya berdewamiya piştgîriya Brîtanya û civaka navdewletî ya ji bo parastina destkeftên serkeftina li ser terorê da û rêgirîkirina li metirsiya serhildana Da'îş de kir.
Ji aliyê xwe ve General Lorîmer tekez li ser pabendiya Brîtanya ya ji bo berdewamiya piştgîrî û hevkariya Herêma Kurdistan û Iraqê li rûbirûbûna gefên terorê kir û amadehiya welatê xwe ya ji bo berdewamiya hevkarîkirina Wezareta Pêşmerge li proseya çaksazî û meşq û rahênana bi Pêşmerge dûpat kir, xweşhaliya xwe jî bi hevkarîkirina Wezareta Pêşmerge ya li vî warî da nîşan da.
Li civînê de ku birêz Wezîrê Pêşmergeyê Herêma Kurdistanê û Konsolê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê amade bûn, her dû alî girîngiya hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê li navçeyên kêşe li ser û rûbirûbûna metirsiyên serhildana terorê, peywendiyên Hewlêr - Bexda, rewşa Iraqê û xwepêşandanên Bexda û parêzgehên din, pêşhatên Sûriye û operasyona serbaziya li Rojhilata Firatê bi taybetî û rewşa mirovî û rewşa navçeyê bi giştî guftûgo kirin.