2020-07-29T11:19:30.000000Z
Berî nîvroya îro çarşem 29.07.2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Choi Kwang-Jin Konsolê Giştî yê Koriya Başûr li Herêma Kurdistanê kir.
Li hevdîtinê de belavbûna pejika virusa Korona li Herêma Kurdistanê û encamên wê yên bi taybetî li warê aboriyê da, çawayiya rûbirûbûna wê, ezmûna serkeftiya Koriya Başûr li çawayiya seredêrî kirina li gel pejikê da, kêşeyên Hewlêr û Bexda û guftûgoya çareserkirina wan, peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Koriya Başûr û çend pirseke din guftûgo kirin.
Her du aliyan tekez li ser bihêztirkirina peywendiyên Herêma Kurdistan û Koriya Başûr û derfeta kar û veberhênana Koriya Başûr li Herêma Kurdistanê kirin. Her wiha birêz Konsolê Giştî yê Koriya pesnê rola Herêma Kurdistanê ya li hewldana ji bo çareserkirina kêşeyên li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê kir.