2020-10-15T05:00:19.000000Z
Êvariya îro çarşem 14/10/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Stephen Hickey Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.
Li civînê de peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Brîtanya, rewşa Iraqê bi giştî û dijwariya rewşa aborî bi taybetî û çawayiya derbaskirina wê, guftûgoya Hewlêr - Bexda ya ji bo çareserkirina kêşeyan, metirsiyên terorê û erkê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da'îş guftûgo kirin.
Her du alî xwesta berdewam ya hevkarî û hevbeşiya di navbera wan û pêşxistina peywendiyan bi taybetî li warê aboriyê da dûpat kir. Serok Nêçîrvan Barzanî got: Brîtanya û civaka navdewletî dikarin ji bo aramî û avakirina sazî û damezraweyan, hevkariya Iraq û Herêma Kurdistanê bikin.
Birêz Balyozê Brîtanya xweşhaliya xwe û piştgîriya welatê xwe ji bo hengavan û berev pêşveçûna guftûgoya di navbera Hewlêr û Bexda ya ji bo çareserkirina kêşeyan derbirî û hêvî xwest her du alî ji bo tevahiya kêşeyên xwe bigihin çareseriyê. Serok Nêçîrvan Barzanî jî çareserkirina kêşeyên Hewlêr - Bexda û tevahiya kêşeyên navxweya Iraqê bi kilîla aramiya welat da zanîn.
Pêşhatên dawî yên belavbûna pejika Kovid- 19 û encamên wê û çawayiya rûbirûbûna wê, rewşa navxweya Herêma Kurdistanê, peywendiyên Iraq û welatên cîran û çend pirseke dinê ji bo her du aliyan girîngbûn, beşeke dinê civînê bûn.