2023-10-10T12:46:06.000000Z
Roja duşemê piştî nîvro 10.10.2023ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di civînekê da digel birêz Seyîd Emmar Hekîm Serokê Tevgera Hikme ya Niştimanî û şandeya pê ra pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya Iraqê û têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û diyaloga çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan da danustandina bîr û ramanan kirin.
Her du aliyan berdewamiya diyaloga di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal ji bo li hevtêgihiştin û çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê û li gor rêkeftinên siyasî bi pêdivî û girîng zanî, herwesa tekîd li ser wê yekê kir ku divê hemû alî ji bona parastina aramiya siyasî li welêt bi hev ra û bi hevbeşî kar bikin.
Pêşhatên dawî yên yên herêmî bi giştî û çend pirsên din yên xwedî berjewendiya hevbeş mijarên din yên civînê bûn.