2019-11-05T09:22:46.000000Z
Berî nîvroya îro sêşem 05/11/2019 bi serpereştiya birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û bi amadebûna xanima Rêwaz Fayiq Seroka Parlemena Kurdistanê û birêz Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, her sê Serokayetiyên Herêm, Parlemen û Hikûmetê li Serokayetiya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê civiyan.
Li civînê de rewşa niha ya Iraqê bi giştî û rengvedana wê ya li ser Herêma Kurdistanê guftûgo kirin. Her wiha egerên hemwarkirina destûra Iraqa Federal xistin ber behs. Li vî derbarî de her sê Serokayetî kok bûn li ser bi hûrî çavdêrîkirina berjewendiyên gelên Iraq û Herêma Kurdistanê.
Her sê Serokayetiyan dûpat kirin ku zêdetirê ew kêşeyên ku hene bi sedema bi cîh nekirina destûrê ve dirust bûne. Ji bo wê yekê hemû kok bûn ku her hemwarekî destûrê divê mafên destûrî û yasayî û îdariyên Herêma Kurdistanê û pêkhatên Iraqê têda parastî bê.
Civînê de tekez kirin ku her sê Serokayetiyên Herêma Kurdistanê di derbarê rewş û pêşhatan de li peywendiyên berdewam da dibin û bi awayeke dewrî komdibin.