Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Nameyeke pîrozbahiyê ji Wezîrê Derve yê Tirkiyê ji bo Serok Nêçîrvan Barzanî

2023-03-20T20:16:53.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Bi helkefta cejna Newrozê, roja duşemê 20.03.2023ê, nameyeke pîrozbahiyê ji birêz Mevlud Çavuşoglu Wezîrê Derve yê Tirkiyê gihişte destê birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê.

Birêz Çavuşoglu, di nameya xwe da, cejna Newrozê li Serok Nêçîrvan Barzanî pîroz dike û Newrozê bi hokarê biratî û bi sembola nûbûn, vejîn, hevdengî û şadiyê bi nav dike ku di dirêjahiya dîrokê da rengvedana mirovî ya ji bo têgihiştina jiyanê digel xwezayê bûye.

Birêz Wezîrê Derve yê Tirkiyê îşaret bi wê yekê kiriye ku ji egera erdheja destpêka Sibata borî da, welatê wî bi xemgînî pêşwaziyê li Newrozê dike. Herwesa, ew spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî dike ku, ji bo nîşandana hevxemî û hevsoziyê bi qurbaniyên wê erdhejê ra, serdana Tirkiyê kir.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê, di dawiya nameya xwe da, aştî û jiyaneka xweş ji bo Tirkiyê û cîhanê û tendirustiyek baş û şadî û selametiyê ji bo Serok Nêçîrvan Barzanî û xelkê Herêma Kurdistanê hêvî dike.