2019-08-04T09:03:24.000000Z
Naveroka gotara birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li rêwresma bîranîna roja jenosaydkirina Êzdiyan.
Dihok - Yekşem 04.08.2019
Kesukarên cangorî û qurbaniyên Êzdî!
Mîhvan û amadebûyên hêja!..
Roja we baş, hûn hemû bixêrhatin.
Îro bi rêz û şikodariyê em qurbaniyên yek ji mezintirîn tawanên dijî mirovatiyê bi bîr tînîn, ku hîç kesekî bawer nedikir dê di sedsala bîst û yekê da tawaneka hinde dirinde û neînsanî bibînîn! Em xwe li ber giyanê paqijê cangoriyên komkujiya Êzdiyan diçemînîn, silav û dirûdan ji bo giyanê wan dişînîn. Ew çi cara ji bîra me naçin, heta heta dê mînin beşek ji bîrdanka nîştimaniya hevbeş ya gelê Kurdistanê de.
Bi dirêjiya dîrokê, Êzdiyan gelek ferman û karesat û talî û zehmetî dîtîne. Merdane berevanî li xwe kirine û bi ser û malê xwe, dîn û baweriya xwe ya olî û ziman û kultûr û orf û adetên xwe parastîne. Giyanê xwe daye, lê çi cara radest nebûne û dîn û baweriya xwe çi carekî bernedaye. Divê rêkê da gelek qurbanî yên mezin dane. Em bi rêz û pêzanîn evro li ber îrade û giyanê berevanî û xweparastina Êzdiyan radiwestîn û bejna xwe diçemînîn.
Di gel hemî ferman û karesatên bi serê wan hatî, dîsa jî Êzdî wekî mînakekê zindî yê kultûra pêkvejiyanê di gel pêkhatên din yên Kurdistanê, li vî welatî, li ser axa bab û kalên xwe mane û bo heta heta jî serbilind û serfiraz dê li ser vê axê bimînin. Dê bimînin û dê Lalîşa Nûranî û Mîrgeha Şerfedîn biparêzin, Kurdistan jî her dê bimîne warê pêkvejiyanê û mala hemû pêkhatên dînî û yên neteweyî ya di vî welatî de.
Kurdistan û Êzdî çi cara nahêne ji yek cûdakirin. Êzdî di qewlekî xwe da dibêjin:
Em Êzdîne
Sernavê Sultan Êzîne
Bi ol û erkên xwe razîne..
Cabê bidene Kurdistanê
Bila qayim ken îmanê
Şerfedîn Mîre li dîwanê..
Jenosayda ku Da'îş bi serê Êzdiya anî, di dîrokê da tiştekê kêm wêneye. Rojên yekê yên êrîşê, 1293 jin û mêr û zarok cangorî bûn û hemî di gorên bi kom da hatine veşartin. Heta niha 80 gorên bi kom û bi dehan gorên yek kesî hatine dîtin. 2745 zarok êtîm û sêwî man. 3548 jin û keç û 2869 zilam û kur hatine revandin. Li dora 360 hezar Êzdiyan koçber bûn. 68 mezar hatine peqandin. Bêhtirê 100 hezar Êzdiyan koçberî dinyayê bûn.
Eve yek ji mezintirîn êrîşê li ser Kurdistanê û fermanên Êzdiyaye. Yek ji reştirîn û berperên dîroka Kurdistanê û mirovatiyê ye. Lê dîsa jî hemî karesat û fermanên ku hatiye serê Êzdiya, di dîrokê de neşiyane û çi cara jî neşên, Êzdiyan û Kurdistanê ji yek cûda bikin. Êzdî yek ji kevintirîn pêkhatên welatê me ne. Zehmet û keda Êzdiya di avakirin û parastina vî welatî da, qurbanî û cangoriya wan ji bo vî axî, gelek mezine di dîrokê da.
Em gelek baş derd û jan û tehliyên Êzdiyan dizanîn. Em baş dizanîn jiyana pênc sala di kemp û wargehên koçberiyê da çenda zehmete. Em dizanîn û dibînîn kanê koçberî û cûdabûna ji malbatê çenda bi êş û jane. Em baş pê dihesîn û me hay ji rondik û girî û nalîna dayikên xwe yên Êzdî heye. Em dizanîn bi dilê tijî hesret û kul û kovan, çavê wan yê li vegera ezîz û xweşdiviyên xwe ye. Em dizanîn ku birîna Êzdiya gelek kûre û bi sanahî debar nabît!
Lê gelî xuşk û birayan, em gelek û gelek baş wê rastiyê jî dizanîn ku armanc û merema dijmina, bê hêvîkirin û derxistina Êzdiyane ji ax û welatê wan yê bab û kala û têkdana pêkvejiyana xelkê Kurdistanê ye! Wan divêt Êzdî li ser axa xwe nemînin! wan divêt bê kes û bê xwedan, derbederî û koçberî dinyayê bibin. Kok û ziman û kultûr û ola xwe bihêlin û ji bîr bikin!
Lê em dê alîkar bîn û dê hemî piştevaniyê bikîn daku xelkê me yê Êzdî li welatê xwe bimîne, li welatê xwe li Kurdistanê li ber sîbera Lalîşa Nûranî û Mîrgeha Şerfedîn bimînin. Piştrastî û bawerî ji bo wan vegerît. Koka Êzdiyatiyê li vî welatî, li ser vê axê ye! Êzdiyatî li vir, li Lalîşa Nûranî li Mîrgeha Şerfedîn, li Şêxan û li Şingalê dê bimînît û dê bihête parastin. Êzdiyatî, Şingal, Lalîş û Şerfedîn, çi cara nahêne ji yek cûdakirin ji Kurdistanê. Êzdiyatî çi cara li welatên biyanî û li koçberiyê nahête parastin.
Gelî xuşk û birayêt Êzdî!
Her ji destpêka karesata Şingalê, me kar û hewldan bo harîkariya xelkê xwe yê Êzdî destpêkir. Li Dihokê li rojê yekê de, em di gel rehmetiyê Mîr Tehsîn Beg Mîrê Êzdiya, Civata Rûhanî û Kesatiyên Êzdî rûnîştîn û me guhdariya gileyî û gazind û dawxaz û pêwîstî yêt wan kir. Me nivîsîngeheka taybet ji bo rizgarkirina dayik û xuşk û birayêt me yêt Êzdî ava kir.
Heta evro (2225) jin û keç, 1284 zilam û kur hatîne rizgarkirin. Hêşta jî çarenivîsê (1323) jin û keça û (1585) zelam û kura nediyare. Lêre, careka dî em hemî xuşk û birayêt Êzdî piştrast dikeyn ku çi pêwîste dê keyn, da ku revandî yêt mayî jî bêne rizgarkirin, yan jî çarenvîsê wan bête diyarkirin.
Gelek spas bo kar û hewl û mandîbûna Nivîsîngeha Rizgarkirina Revandiyan û xizmeta wan ya kirî û berdewam jî diken.
Xuşk û dayikêt me yêt Êzdî yêt ku ji destê Da'îşê rizgar bûyî, sembola mezlûmiyetê û şeref û serbilindiya milletê mene. Divêt rêz û pêzanîn û cihê wanê taybet di nav civakê da hebît. Hem Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hem Hikûmeta Iraqê jî, hem jî civaka navneteweyî, divêt zêdetir harîkariya wan biken da ku bişên careka dî dest bi jiyaneka normal biken li axa xwe ya pîroz.
Biryara Parlemena Kurdistanê ya duhî ku roja 3 ya tebaxê weku roja jenosayda Êzdiyan nasand, biryareke girînge. Li Iraqê û li ser asta navneteweyî jî diviya ev karesate wekî jenosayd bête nasîn. Ji bo vê çendê me berê li Herêma Kurdistanê lîjneyeka hikûmî çêkir da ku li ser vê pirsê û li ser babetê gorêt bi kom kar biket û hemî harîkariya pêwîst pêşkêşî Neteweyên Yekgirtî û alîyêt navneteweyî biket. Em bi hemî şiyanêt xwe dê li ser van hewla berdewam bîn. Divêt dadperwerî cihê xwe bigêrît û Êzdî bêne qerebûkirin.
Şingal û deverêt dî yêt Êzdiya pêdivî bi aramî û avedankirin û xizmet kirinê ne. Her di vê wextê de ew karê cenabê Kerîmxan encam dide li UN em bilind dinirxînîn û em tekez dikîn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokayetiya Herêma Kurdistanê piştevaniyeke temam dike ji bo ew karê ku ew encam dide û dadperwerî jî bi hêviya xwedê rojekê bihête bi cîhkirin. Xelkê Şingalê û derdorêt wê, hêjayî jiyan û serderî û rewşeka baştirin. Alozî û milmilanê û nakokiyêt hizbî û grûpêt çekdar, diviya nebine egerê naaramî û avedannebûna Şingalê. Ew, êdî ji wargeh û kampa û xîveta westiyan û diviya bişên bê asteng, bê kêşe û aram û serbest careke din vegerine ser cih û warêt xwe.
Êzdî bi giştî û Şingalî bi taybetî, diviya baştirî hemî xelkê dî, hesaba berjewendiya xwe û bajêr û deverêt xwe biken û nehêlin û mecalê nedin berjewendiyêt hizbî û grûpên dî, bibine rêgirêt tenahî û avadankirinê û xizmetguzariya û vegeriyana xelkî bo ser mal û halêt xwe. Baweriya me ewe, berdewam jî karî bo hindê dikeyn ku û berdewam jî dê bikîn ku Şingal bibîte parêzgeh.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Iraqê diviya li ser vê mijarê hemaheng û harîkar bin û çareyekê bo rewşa Şingalê bibînin. Dawxazê dikem ku sindoqeka avadankirinê ji bo Şingalê û sînorê wê deverê bête avakirin û Neteweyên Yekgirtî û civaka navnetewî, Iraq û Herêma Kurdistanê jî amadeye beşdariyê têda biken. Her wiha Hikûmeta Iraqê bi taybetî di bûtçeya sala bêt girîngiyeke taybet pêwîste ji bo avadankirina Şingalê û dewrûberê wê bide.
Dumahiyê, careka dî, silav û dirûd bo giyanê cangorî yêt jenosaydkirina Êzdiya û Pêşmergeyên qehreman, xwebeş û hemû şehîdên ku ji bo rizgarkirina Şingalê û deverên dî yên Kurdistanê, giyanê xwe kirine gorî.
Gelek spas ji bo xelk û îdara parêzgeha Dihokê û cenabê parezgehî û xelkê devera Dihokê ku deriyê mal û mizgeftan û xwendingehên xwe ji bo koçberên Êzdiyan vekir û alîkariya wan kirin û ew tabloya pêkvejiyanê û tabloya pêkvebûnê ji bo dinyayê careke din nîşandayî. Ez ji vir careke din spasiya hemû xelkê Dihokê dikim ji bo vê çendê.
Her bi vê munasebetê spasiya hemû beşdarbûyên nûnerên biyanî dikim ku beşdarbûn, bi taybetî spas ji bo beşdariya xanima Jeanine Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê di vê rêwresmê da.
Û her wekî qewlekî dinê Êzdiyan dibêje:
Ya siwarê rojhelatê û rojavayê
Tu bideye xatra dotê û dayê
Tu me xilas key ji qedayê
Ji belayê û ji xelayê
Gelek spas.
Bi xêr bên.