![](https://presidency.gov.krd/uploads/old_images/2019/12/NB_Roji-Ala4-17-12-2019.jpeg)
2019-12-17T09:50:24.000000Z
Li roja ala Kurdistanê da, berî nîvroya îro sêşem 17/12/2019 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêzan Alan Heme Seîd Wezîrê Perwerdeyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Ferset Sofî Parêzgerê Hewlêrê û Birêveberê Giştî yê Perwerdeya Hewlêrê, li Xwendingeha Diyarbekir ya Bingehîna Hewlêrê beşdariya rêwresma hilkirina ala Kurdistanê kir.
Li rêwresmê da Serok Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û têda vê rojê li hemû gelê Kurdistanê pîroz kir ku eve jî naveroka wê gotarê ye:
Roj baş...
Xweşhalim îro li gel birêzan cenabê Wezîrê Perwerde, Parêzgerê Hewlêr û Birêveberê Giştî yê Perwerdeya Hewlêrê û Birêveberên Xwendingeha Diyarbekir ya Bingehîn li gel we yên xweşdivî li vê rêwresma hilkirina ala Kurdistanê da beşdar dibim.
Xweşdiviyan...
Ev ala sembola berxwedan û xebat û têkoşîna geleke ku çendîn sale xebat ji bo azadî, serbixweyî, wekheviyê dike heta mafên xwe bi dest ve bîne. Li jêr sih û sêbera vê ala Kurdistanê û Kurdistaniyan hemû pêkve xebatê kirine, her li şoreşa Eylûl û piştî şoreşa Eylûl jî pêkve ji bo yek armancê têkoşîne ku ew jî ji bo bi dest ve anîna mafên gelê Kurdistanê bi hemû pêkhatên xwe ve bû.
Eve emaneteke pîroze li ser milê we ku hûn nifşên paşaroja vî welatî ne û pêwîste gelek bi peroşê ve vê alayê hilgirin û wê peyama ku xweşdiviyên me berê xebat ji bo wê kirine û hewldane ku bi hêviya xwedê bîgihin wê cihê ku gelê me çendîn sale xebatê ji bo wê kir û qurbaniyê da. Ev emanet li destê we yên xweşdivî daye, hûn nifşên paşarojê ne, li jêr vê alayê divê bi çekê xwendin û fêrkirinê û bi ciddî û peroşê ve berev paşarojê biçin. Ez piştrastim ku hûn vê emanetê bi başî hildigrin û radestê nifşên piştî xwe dikin.
Li vê roja pîroz da dixwazim li wan hemû azîzan bi bîr binîn, wan hemû xweşdiviyan bi bîr bînîn, wan şehîdan bi bîr bînîn ku bi navê rizgariya gel û welatê me da xwîna xwe bexşîn bo ku em li vê rojê bi serbilindî bibînîn û bikarîn li welatê xwe li Hewlêrê û cihên dinên Kurdistanê li xêra xebat û berxwedan û xwîna wan xweşdiviyan, ala Kurdistanê hilbikîn, serê rêz û hûrmetê jî ji bo wan hemû şehîdan biçemînin û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwazîn.
Rêz û xweşdiviya xwe ji bo wan hemû Pêşmergeyan dûpat dikîn ku li karwana xebata dûr û dirêj ya vî welatî têkoşîn û heta niha li jiyanê da mane, li vir bi navê we silavan ji bo wan dişînîn, silav ji bo dayikên şehîdan re dişînîn û ji wan re dibêjîn em nifşên ciwan û ev xweşdivî vê alayê bi emanet ve hildigrîn û bi emanetê ve jî kar ji bo wê dikîn û bi xwendin û fêrbûn û zanistê vî welatî avadan dikîn û berev pêşve dibîn.
Ev roje li gelê Kurdistanê û li we her hemûyan pîroz bê xweşdiviyan.
Gelek spas...
![](https://president.gov.krd/wp-content/uploads/2019/12/NB_Roji-Ala-17-12-2019-682x1024.jpeg)
![](https://president.gov.krd/wp-content/uploads/2019/12/NB_Roji-Ala2-17-12-2019-1024x682.jpeg)

![](https://president.gov.krd/wp-content/uploads/2019/12/NB_Roji-Ala3-17-12-2019-682x1024.jpeg)