2020-09-02T11:28:53.000000Z
Li dirêjahiya hevdîtin û civînên xwe yên li Bexdayê, piştî nîvroya îro çarşem 02.09.2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Dr Berhem Salih Serok Komarê Iraqa Federal civiya.
Li civînê de di derbarê rewşa siyasiya Iraq û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin û behsa girîngiya yekxistina hêz û şiyanên ji bo derbaskirina qeyranan û zalbûna li ser nakokiyan da kirin.
Li beşeke dinê civînê de tekez li ser pêwîstiya çareserkirina kêşeyên hilawestiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya li ser bingeha destûr û yasa û parastina debara jiyana welatiyan û mûçexorên Herêma Kurdistan û Iraqê bi bê cûdahî kirin.
Pêşhatên dawî yên navçeyê û pêwîstiya pêşxistina peywendiyên Iraqê li gel welatên navçeyê û cîhanê, mijareke dinê civînê bûn.