Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Nêçîrvan Barzanî û Erdogan civiyan

2019-06-21T14:12:59.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Birêz Receb Tayyib Erdogan, Serok Komarê Tirkiye, pîrozbahiya destbikarbûnê li birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê ji bo rêzdar xwest. Rêzdar hêviyê xwest kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk bê û tekez li ser daxwaza Tirkiye ya ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê kir. Her wiha piştgîrî û xweşhaliya xwe ji bo guftûgo û berev pêşveçûna peywendiyên Hewlêr û Bexdayê nîşan da.

Ji aliyê xwe ve birêz Nêçîrvan Barzanî spas kir û tekez li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê bi girîngiyê ve temaşa peywendiyên li gel Tirkiye dike û xwazyarê zêdetir berev pêşbirina peywendiyane, bi taybetî li warê aborî û zêdekirina qebareya danustandina bazirganiya di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê, li gel Tirkiyê da.

Li civînê de ku îro în 21/06/2019 li Stenbolê birêveçû, her dû alî rewşa siyasî û emnî ya navçeyê bi giştî û metirsiya serhildana Da'îş, rewşa navçeyên ji terorê azadkirî, vegerandina koçber û penaberan, aramî û avadankirina navçeyên wan û çend babetekî din guftûgo kirin.