2020-01-21T13:19:54.000000Z
Birêz Serok Nêçîrvan Barzanî û birêz Mewlûd Çawuşoglu Wezîrê Derveyê Tirkiye tekez li ser zêdetir pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Tirkiyê û girîngiya pêkve karkirina ji bo aramkirina rewşa aloza navçeyê û vegerandina aramiyê kir.
Piştî nîvroya îro sêşem 21/01/2020 li çarçoveya beşdarîkirina li hevdîtin û civînên pêncihemîn xula Korbenda Aboriya Cîhanî ya li Davos, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Mewlûd Çawuşoglu Wezîrê Derveyê Tirkiyê civiya.
Li civînê de peywendiyên Herêma Kurdistanê yên li gel Tirkiye, pêşhatên dawî ya rewşa Iraq û navçeyê bi giştî, metirsiyên terorê û egera bihêzbûna wê ya li navçeyê, çawayiya berengarbûna wê û rola hêzên hevpeymanan ya li vî derbarî de, her wiha çend pirsekî dinê ji bo her dû aliyan girîngbûn, hatin nirxandin û danustandina bîr û ramanan li ser kirin.