Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Nêçîrvan Barzanî li gel Fermandeyê Hêzên Operasyona Taybet ya Hevpeymanan civiya

2020-05-30T13:09:03.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser girîngiya hebûna mekanîzmeke ji bo hevkarî û hemahengiya di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federaliya Iraqê ya ji bo rûbirûbûna terorîstên Da'îş bi taybetî li navçeyên maddeya 140 ya destûra Iraqê kir ku tevger û êrîşên wan metirsiyeke rastîn li ser asayîşa Iraq û Herêma Kurdistan dirust dike. Amadehiya Herêma Kurdistanê jî ji bo her hevkariyeke li gel Bexdayê derbirî.

Nîvroya îro şemî 30.05.2020 li Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Mecer General Erîk Hill Fermandeyê Hêzên Operasyona Taybet ya Hevpeymanan li Iraq û Sûriye civiya.

Li civînê de ku birêz Şêx Ce'fer Mistefa Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê amade bû, pêşhatên dawî yên belavbûna pejika virûsa Korona û hewl û rêkarên rûbirûbûna wê, her wiha encamên wê yên bi taybetî li warên tendirustî û aboriyê da û bandora wê ya li ser bername û tevgera serbaziya hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriye guftûgo kirin.

Diyaloga stratejiya Amerîkî - Iraqî ku biryare meha bê destpêbike û têda nexşerêyeke peywendiyên niha û paşeroja Iraq û Amerîka bê guftûgo kirin, mijareke dinê vê civînê bû. Li vî derbarî de Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser girîngiya amadeyî û beşdariya Herêma Kurdistanê li wê diyalogê û li danîn û amadekirina nexşerêyê da kir.

Li civînê de behsa xwe rêkxistin û metirsiyên berfirehbûna tevger û êrîşên terorîstên Da'îş li Iraq û Sûriye kirin ku bûne gefeke ciddî li ser asayîş û aramiya her du welatan.

Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî dûpatkirina girîngî û pêwîstiya berdewamiya piştgîriya Hevpeymaniya Navdewletî ya Iraq û Herêma Kurdistanê li şerê dijî terorê da, tekez jî li ser pêwîstiya hengavên siyasî li Iraqê kir ku pêkhatên Iraqî hest bi hevbeşî û bawerî û parastina niha û paşeroja xwe ya li Iraqê da bikin.