2019-12-17T11:09:39.000000Z
Serok Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo Kanada dûpat kir ku li şerê dijî terorê û li çarçêweya Hevpeymaniya Nawdewletî da hevkariya serbazî û mirovî pêşkêşî Herêma Kurdistanê kir û xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo berdewamiya zêdetir peywendiyên li gel Kanada û rexsandina derfeta baştir ya ji bo veberhênan û sermayeguzariya Kanada nîşan da.
Berî nîvroya îro sêşem 17/12/2019 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Ulric Shannon Balyozê nû yê Kanada li Iraqê kir û pîrozbahiya destbikarbûnê li erkê wî yê nû da kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.
Li hevdîtinê de birêz Balyozê nû yê Kanada dûpat kir ku welatê wan bi girîngiyê ve li peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê dinêre û li piştgîrî û hevkariyên xwe yên ji bo Herêma Kurdistanê de jî berdewam dibe. Teşwiq û handana kerta taybet û kompanyayên Kanadî jî dide ku veberhênan û sermayeguzariyê li Herêma Kurdistanê bikin.
Nirxandina rewşa navçeyê bi giştî û metirsiyên serhildana terorê û girîngiya berdewamiya hevkarî û hemahengiya navdewletî ya ji bo rûbirûbûna wan, mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.