Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandekî Amerîkî kir

2019-11-24T07:17:02.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê ji bo hemû hevkariyeke aramiya Iraqê amadeye û ragihand rewşa Iraqê û xwepêşandan û rûdanên li Bexda û parêzgehên dinê welat, bandora xwe li ser Herêma Kurdistanê dibe. Her wiha hevkariya Amerîka û civaka navdewletî ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê bi pêwîst zanî.

Li civîna li gel birêz Robert Karem Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya li Senatoya Amerîka û şanda pêre, îro yekşem 24/11/2019 li Hewlêr, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê tekez li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze hemû kêşeyên xwe yên li gel Hikûmeta Iraqa Federal li rêya diyalogê û hevdû têgihiştina li ser bingeha destûra Iraqê çareser bike.

Li civînê de ku birêz Balyozê Amerîka li Iraqê amade bû, her dû alî pêşhatên dawî yên li Iraq û navçeyê û çawayiya muamelekirina li gel pêşhatên wê guftûgo kirin û tekez li ser pêwîstiya Iraqê bi aramiya siyasî û emnî û têgihiştina dirust ya ji daxwazên rewayên xwepêşanderan û xwe dûr girtina ji tundutîjiyê kir.

Rewş û pêşhatên navçeyê bi giştî û metirsiya serhildana terorê û çawayiya rûbirûbûna wê, rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê, her wiha çend pirsekî dinên ku ji bo her du aliyan girîngbûn, mijarên dinê vê civînê bûn.