Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Nêçîrvan Barzanî li gel Bogdanov civiya

2020-01-29T12:42:44.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî pîrozbahiya destbikarbûna birêz Serok Wezîrê nû yê Rûsya, daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên hemû waran da li gel Rûsya dûpat kir û destxweşiyê li kar û çalakiyên kompanya Gazproma Rûsî ya li kerta enerjî û uzeyê li Herêma Kurdistanê da kir.


Nîvroya îro çarşem 29/01/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Mikhail Bogdanov Nûnerê Serokê Rûsya yê Karubarê Rojhilata Navîn û Afrîka, Cîgirê Wezîrê Derveyê Rûsya û Balyozê Rûsya li Bexda û Konsolê Giştiyê Rusya li Hewlêr û şandekî li gel kir ku ji hejmarek dîplomatkar û berpirsên kompanya Gazproma Rûsî pêkhatibûn.


Li civînê de ku birêzan Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê û hejmarek ji berpirsên Herêma Kurdistanê amade bûn, birêz Bogdanov silav û rêzên birêzan Serok Vladimir Putin û Serok Wezîrê Rûsya gihande birêz Serokê Herêma Kurdistanê û pesnê rola rêzdar û pêşketinên li Herêma Kurdistanê kir.


Her dû alî rewşa Iraqê guftûgo kirin û tekez li ser girîngiya hewldanên ji bo aramkirina girjî û aloziyên li navçeyê û nebûna Iraqê bi qada kêşe û gengeşeyên hêzên herêmî û navdewletiyan kirin. Her wiha tîşk xistin li ser xwepêşandanan û hewlên wan yê ji bo diyarkirina Serok Wezîrê nû yê Iraqê, kêşeyên Hewlêr û Bexda û girîngiya hemahengiya Pêşmerge û artêşa Iraqê li navçeyên kêşe li ser.


Rewşa Sûriye û hebûna hêzên navdewletî û pirsa Kurd û paşaroja wan ya li çarçêweya Sûriye û rola Rûsya li wî welatî, berdewamiya metirsiyên terorê û çawayiya rûbirûbûna wê, proseya aştî li Rojhilata Navîn û pêşhatên dawî yên kêşeya Filistîn û Îsraîl, rewşa navçeyê bi giştî û çend pirsekî dinê ji bo her dû aliyan girîngbûn, beşekî din ya babetên vê civînê bû.