![](https://presidency.gov.krd/uploads/old_images/2019/11/NB_Shandi-Metranekan-27-11-2019.jpeg)
2019-11-28T04:01:27.000000Z
Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê bi landika aram û cihê hemû pêkhatên olî û neteweyiyan dimîne û tekez li ser kûrkirina kultûra pêkvejiyan û lêborînî û parastina mafê Ermenan û tevahiya pêkhatên li Herêma Kurdistanê kir.
Piştî nîvroya îro 27/11/2019 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Dr Avak Esedoryan Metrana Ermenî Ortodoks li Iraqê û şandekî li gel kir ku ji hejmarek kesayetiyên olî pêkhatibûn.
Li hevdîtinê da birêz Esedoryan, ji bo wê piştgîriya ku herdem pêşkêşî pêkhata Ermenî li Herêma Kurdistanê hatiye kirin, spas û pêzanînên Dêra pêkhateya Ermenî li Herêma Kurdistanê pêşkêşî Serok Nêçîrvan Barzanî kir.
Li hevdîtinê de ku birêz Wezîrê Ewqaf û Karubarê Olî ya Herêma Kurdistanê jî amade bû, rewşa Ermenên li Herêma Kurdistan û Iraqê, karubarên Dêr û kilêseyên xwe yên li Zaxo, Dihok û Hewlêrê, maf û daxwazî û pêdiviyên wan guftûgo kirin.

![](https://president.gov.krd/wp-content/uploads/2019/11/NB_Shandi-Metranekan1-27-11-2019-1024x674.jpeg)