2020-01-15T10:02:55.000000Z
Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser helwest û hewlên Herêma Kurdistanê ya ji bo nermkirina rewşê û parastina aramiyê kir û ragihand: Em naxwazin Iraq bibê qada yek alîkirina kêşe û gengeşeyên hêzên navçeyî û navdewletiyan. Her wiha spasî hevkariyên serbazî û miroviyên Almanya yên ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê kir.
Nîvroya îro çarşem 15/01/2020 li Hewlêrê birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li gel birêz Dr. Philipp Ackermann Şanderê Taybetî yê Wezîrê Derveyê Almanya û şandekî li gel da civiya.
Li civînê de rûdan û pêşhatên dawî ya Iraqê û bandor û encamên wê, gef û metirsiyên serhildana terorê, peywendiyên Hewlêr û Bexda û berdewamiya guftûgoya çareserkirina kêşeyên helawestiyên di navebara wan, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Almanya, rola hevpeymaniya navdewletî ya li berengarbûna terorê û çend pirsekî din guftûgo kirin.