2019-12-18T08:30:02.000000Z
Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Mesîhî beşekî girîng û pêkhateyekî resenê Herêma Kurdistanê ne û hezaran sale li gel pêkhatên dinê welat pêkve dijîn. Her wiha rola kesayetiyên olî yên Mesîhî û Dêrên wan li kûrkirina kultûra pêkvejiyan û lêborîniya Herêma Kurdistanê bilind nirxand û ragihand: Herêma Kurdistanê wekî herdem bi landika pêkvejiyan û lêborîn û aştiyê ji bo hemû pêkhatan dimîne.
Berî nîvroya îro çarşem 18/12/2019 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Encumena Serokên Eşîrên Mesîhiyan li Iraqê kir ku ji hejmarek Metran û Qeşe û kesayyetiyên olî û eşîriyên mesîhiyan li Iraqê û bi Serokayetiya birêz Metran Avak Esedoryan Emîndarê Giştî yê Encumenê pêkhatibûn. Her wiha ji bo pîrozbahiyê serdana rêzdar kirin.
Encumena Serokên Eşîrên Mesîhiyan li Iraqê li peyamek da dûbare pîrozbahiya destbikarbûnê li Serok Nêçîrvan Barzanî kirin û hêviya serkeftinê ji bo rêzdar xwestin. Her wiha spasî cenabê wî û gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku ji bo bihanaveçûn û parastina mesîhiyan û yarmetîdana wan ya li binyatnana dêrên wan û hêvî xwestin Herêma Kurdistanê bi mînaka aramî û pêşketin û bihayên bilindên mirovahiyê bimîne, wefadarî û dilsoziya xwe jî ji bo Kurdistanê û amadehiya xwe ji bo xizmet û bi cîhkirina erkên xwe dûpat kirin.
Şandê spasî rêzdar Wezîrê Ewqaf û Karubarê Olî û Birêveberê Giştî yê Karubarê Mesîhiyan li Wezaretê kir ku amadeyê hevdîtinê bûn. Her wiha bi kurtî di derbarê rewşa mesîhiyan li bajarên Iraqê û Herêma Kurdistanê de, kar û erk û kêşe û daxwaziyên dêran, rewşa koçberên mesîhiyan li Herêma Kurdistanê û çend babetekî din xiste rû.