Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Nêçîrvan Barzanî tekez li ser azadiya rojnamevanî û raderbirînê kir

2019-12-17T15:12:47.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê rêz li azadiya rojnamevanî û raderbirînê digrê û diparêzê, piştgîriyê li hemû hewl û hengavek jî dike ku ji bo bi hêzkirina azadiya rojnamevanî û raderbirînê têne avêtin û li vî derbarî de balkişand li ser yasaya rêkxistina karê rojnamevaniyê kir.

Êvariya îro sêşem 17/12/2019 li Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li birêz Anthony Bellanger Sekreterê Federasyona Rojnamevanên Navdewletî (IFJ) kir ku li gel hejmarek ji rojnamevanên li çendîn welatê cîhanî, ji bo beşdarîkirina li Kongreya Dîdara Navdewletiya Rojnamevanan, serdana Hewlêrê kirine.

Li hevdîtinê da ku birêz Sekreterê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê û hejmarek ji mîhvanên Kongreya Dîdara Navdewletiya Rojnamevanan amadebûn, rewşa rojnamevanî û karê medyayî û azadiya rojnamevanî û raderbirînê û yasayên li wî warî yên li Herêma Kurdistanê guftûgo kirin.

Li hevdîtinê de tekez li ser girîngiya parastina azadiya rojnamevanî û raderbirînê wekî yek ji bingehên serekiyên demokrasiyê kirin û berev pêşveçûn û kêşeyên wî warî li navçeyê bi giştî xistin rû û li vî derbarî de danustandina bîr û ramanan kirin.