2020-01-22T12:20:17.000000Z
Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Derveyê Erebîstana Suudiye rewşa Iraq û xwepêşandanên Bexda û parêzgehên dinê welat û daxwaziyên wan û paşaroja proseya siyasî li Iraqê nirxandin û tekez li ser hewla hêwirkirina aloziyan û rêgirtina li pêşketina aloziyan kirin.
Li berdewamiya hevdîtin û kombûnên li Davos de, nîvroya îro çarşem 22/01/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Mîr Feysel Bin Ferhan Al Suud Wezîrê Derveyê Şahnişîna Erebîstana Suudiye civiya.
Li civînê de peywendiyên Erebîstana Suudiye li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa navçeyê bi giştî û metirsiyên serhildana terorê, rola Herêma Kurdistanê li şerê dijî terorê û girîngiya hewlên wê ya ji bo aramkirina aloziyan li navçeyê, rewşa pêkhatan li Iraq, rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê û yarmetî û hevkariya miroviyên Xaça Sora Suudî ya ji bo wan xistin ber behs û li vî derbarî de danustandina bîr û ramanan kirin.