Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî bo Bingehê Laliş yê rewşenbîrî

2022-05-12T14:09:44.000000Z
Peyam û Peywandî
Bîranîna (29) saliya damezrandina Bingehê Laliş yê rewşenbîrî li hemû endam û kadirên bingehê û tevahiya xûşk û birayên me yên Êzdî pîroz dikim. Kar, xebat û çalakiyên Bingehê Laliş ku hertim wek diruşma wê dibêje: Kaniyeka zelale diherike nav rûbarê rewşenbîriya Kurdî da.

Di vê bîranînê da careka din hemû xûşk û birayên xwe yên Êzdî piştrast dikîn ku wek hertim dê piştevanên maf û daxwazên wan bîn û her çi pêwîst be dê bikîn, her wesa hindî xûşk û birayekê me yê Êzdî revandî mabe, dê xebatên me ji bo rizgarkirina wan, yan diyarkirina çarenivîsê wan berdewam bin.

Em bi dilgiranî li bûyerên devera Şengalê û neçarbûna xûşk û birayên me yên Êzdî dinêrîn ku careka din koçber dibin.

Daxwazê ji hikûmeta Iraqê dikîn ku bi harîkarî digel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hewla biden ji bona aramkirina rewşa Şengalê û hemû deverên Êzdiyan, avadankirina wan û vegerandina jiyanê û xizmetguzariyan ji bo wan.

Her bi vê helkeftê, Serokê berê yê Desteya Bilinda Bingehê Laliş yê rewşenbîrî xudêjêrazî Şêx Şamo û kar û xizmeta wî bi bîr tînîn ku berî heyamekê koça dawiyê kir. Bîranîna wî bi xêr û canê wî şad.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
12.05.2022