
Welatiyên hêja yên Kurdistanê,
Hêz û aliyên siyasî.
Sibe ku destpêka kampanyaya hilbijartinê ya xula şeşemîn a Encumena Nûneran a Iraqê ya federal e, ez ji hemî aliyan daxwaz dikim ku pêdagirê rêkarên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan bin. Kampanyayeke şaristanî birêve bibin ku nîşaneya pêkvejiyan, hevdu qebûlkirin û pirrengiya pêkhateyên Kurdistanê be û nebe sedema aloziyê, dabeşkirinê, acizkirina civakê û têkdana aramiya welatiyan.
Bila her kes di kampanyaya xwe ya siyasî, rêçik û bernameya xwe de azad be, lê divê ti kes û aliyek nefret û kîn belav neke. Divê gelê Kurdistanê wek civakeke medenî, pêşbirkeke şaristanî di vê pêvajoyê de bimeşîne. Namzetbûna jinan gelek girîng û bi qîmet e, divê nav, cîh û rûmeta wan parastî be. Herwiha divê rêz li sembol û pîroziyên hemî pêkhateyan bê girtin, û hêzên ewlehiyê jî bi awayekî pîşeyî û bê cûdahî erkên xwe ya parastina hemîyan bi cih bînin.
Di dawiyê de, hemî yên ku ji Herêma Kurdistanê diçin Encumena Nûneran a Iraqê ya federal, armanca wan xizmetkirina gelê Kurdistan û Iraqê ye. Divê bizanibin ku bi yekrêzî, yekîtî û bi hev re dikarin xizmeteke baştir ji bo îro û paşeroja Herêma Kurdistan û Iraqê bikin û maf û destkeftî û berjewendiyên wan biparêzin. Ji ber vê yekê, divê di kampanyayê de tiştekî wisa li hember hev nekin ku sibe nikaribin bi hev re bixebitin.
Ji bo hemî aliyan hêviya kampanyayeke aram û serketî, û ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê aramî û serfirazî û pêşveçûneke domdar dixwazim.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
02.10.2025