Îro Şemî 21/3/2026an, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peyamek pêşkêşî şahiya Newrozê ya Amedê kir. Di peyamê de tevî pîrozkirina Newrozê û sersala nû ya Kurdî, tekezî li ser girîngiya serêxistina aştiyê li Tirkiyê kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dubare kir ku Herêma Kurdistanê bi her awayî piştgiriyê dide serêxistina aştiyê, her wiha destxweşî li gavan ku heta niha ji bo serxêistina aştiyê hatine avêtin kir û got: "Em bi hêvî li van hewlan dinêrin û çavê me li gavên zêdetir e."
Peyam ji aliyê birêz Dilşad Şihab, alîkarê serok ve li ser navê Serok Nêçîrvan Barzanî hate xwendin, ev jî tevahiya wê ye:
Xuşk û brayên hêja,
Amadebûyên bi rûmet,
Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî, bi germî û ji dil, li hemû gelê Kurd û li weyên hêja pîroz dikim ku îro li vir, li Ameda rengîn ji bo pîrozkirina Newrozê kom bûne.
Newroz ji bo me cejneke taybet e; sembola vejîn û îradeya jiyanê ye, her wiha nîşandana hêviyên milletekî ye ku hertim têhniyê azadî û pêkvejiyanê bûye. Hêvîdar im ev cejn ji bo hemûyan bibe sedema xêr û aramiyê.
Ev girseya we ya ku li Amedê bûye karekî salanê yê cwan, bi serê xwe; cejna jiyan û cwaniyê û nîşana daxwaz û peyama gelê Kurd e ji bo biratî û qebûlkirina hevdu.
Di demekê de ku em îro cejna Newrozê pîroz dikin, em dixwazin piştgiriya xwe ya dilsozane ji bo aştiyê tekez bikin. Pêkanîna aştiyê li Tirkiyê karekî dîrokî ye û ji bo berjewendiya herdu gelên Kurd û Tirk û tevahiya herêmê ye. Aştî; rêya yekane ye ku pêşerojeke geş ji bo nifşên me misoger dike.
Em pir ji kevnde cîran û hevqeder in. Çarenûs û berjewendiyên me yek in. Tenê bi rêya pêkvebûn û aramiyê em dikarin bi ser astengiyan de serkevin û jiyaneke bi rûmet ji bo her kesî ava bikin.
Li vir, spasi û destxweşiyê ji bo hemû wan gavan dubare dikim yên ku heta niha ji bo serêxistina aştiyê hatine avêtin. Em bi hêvî li van hewlan dinêrin û çavê me li gavên zêdetir e.
Em li Herêma Kurdistanê, dîsa hemû hevkariya xwe ji bo serêxistina aştiyê nîşan didin û li benda bidawîbûna pevçûnan û bicihkirina aramiyê ne. Werin em hemû pêkve kar bikin ji bo ku di van rojan de, ku herêm di nav şer û pevçûnên dijwar re derbas dibe, aştî bibe rastiyeke hertimî.
Newroza we pîroz be, her sal bi xêr û xweşî.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
21/3/2026