Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo Roja Cîhanî ya Jinan

2026-03-08T06:30:00.000000Z
Nûçe Peyamên pîrozkirinê

Bi boneya 8ê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan, bi germî pîrozbahiyê li jinên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Hêviya serkeftina wan a berdewam û pêşengiya wan di karwana pir bi rûmet de ji bo bidestxistina dadperwerî û wekheviyê dixwazim.

Jin li Kurdistanê bi dirêjahiya dîrokê de roleke şoreşgerî û aştiyane lîstiye û wêrekî û berxwedaneke bêhempa nîşan daye. Niha jî ku Herêma Kurdistanê di qonaxa avakirin û bihêzkirina sazî û dezgehên xwe de ye, amadebûna çalak a jinan di hemû qadên siyaset, Pêşmergetî, aborî, rêveberî û perwerdeyê de, cihê şanaziyeke mezin e ji bo me.

Di vê bîranîna bi rûmet de, em tekez dikin ku avakirina civakeke aram, ewle û pêşketî, bêyî mîsogerkirina tevahiya maf û azadiyên jinan û bihêzkirina rola wan di hemû qadên biryardanê de, nayê kirin. Wek her dem, em pêdagirê cîbicîkirina çanda wekhevî û dadperweriyê û tunekirina her cure cûdaxwazî û tundûtûjiyê ne ku li hember jinan tê kirin, çi di nav malbatê de be, çi jî li cihên giştî be.

Parastina rûmet û mafên jinan berpirsiyariyeke hevpar e ji bo hikûmet, malbat, civaka sivîl, medya û hemû dezgehên civakî, perwerdeyî û olî. Kar û stratejiyên nû pêwîst in ji bo ku derfetên wekhev ji jinan re bêne peydakirin da ku rola wan a çalak di avakirina paşeroja welat de zêdetir bibe. Divê Kurdistan her dem bibe mînakeke geş di warê wekhevî û rêzgirtina li mafên mirovan û parastina jinan ji tundrewî û tundûtûjiyê.

Di vê rojê de, em bi rêzdarî wan hemû jinên têkoşer ên ku bi navê azadî, dadperwerî û mafên xwe yên rewa de cangoriyên mezin dane, bi bîr tînin. Silav ji giyanê pak ê wan hemû xaniman re ku bûne cangoriya tundûtûjiyê, bîranîna wan her dem bi xêr be.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
08.03.2026