
Îro çil û du sal li ser tawana tirsnaka enfal kirina heşt hezar welatiyên sivîlên bê tawanên Barzanî da derbas dibe. Li vê bîranîna xemgîn da, serê xwe li hember rûh û giyanê wan yê pak da ditewînîn û gelek bi rêz û wefadariyê ve wan bi bîr tînîn.
Enfalkirina Barzaniyan ji aliyê rejîma wê demê ya Iraqê ve, berdewamiya zincîreyek tawanan bû ji bo şikandina îradeya gelê Kurdistanê û qirkirina wan bû. Lê belê li hember xweragirî û berxwedana Kurdistaniyan da şikestê anî û di nav çavên encamderên wê de, bû pelekê reş.
Dayikan, xûşkan, hevjînan û malbatên Barzaniyan piştî wan karesatan, derdeserî û êş û janeke zêde jiyan, neçar bûn li hember nebûn û hejariyê û jiyaneke giran û dijwar li ber xwe bidin. Destên wan dayikên dilsoz maç dikim ku bi evînî û dilsoziya ji bo gel û niştiman, zarokên xwe perwerde û mezin kirin.
Li vê bîranînê de tekez li ser mafên tevahiya cangoriyên Enfala Barzaniyan û operasyona enfalê û hemû cangoriyên rejîma berê dikîn. Erkê Hikûmeta Iraqê ye ku ji bo pêkanîna dadperwerî û qerebûkirina kesukarên cangoriyan her çi pêwîste divê bike.
Bila rabihûrî û êş û tehlî bibin pend û wane û hander heta hemû pêkhatên Iraqê bi hev re bi hevdû qebûl kirin û rêz li hevdû girtin û lêborînî, aştiyane û rûmetane bi azadî û serfiraziyê de bijîn û bê cûdahî welat komkerê hemûyan be.
Silav li bîranîna Enfalkiriyên Barzanî û tevahiya şehîdên Kurdistanê, rêz û rûmet ji bo wan hemû ciwamêrên li Hewlêr û navçeyên din, bi hana Barzaniyên lêqewemî ve çûn û yarmetiya wan dan.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31.07.2025