
Îro li bîranîna 38 saliya kîmyabaran kirina Balîsan û Şêx Wesanan û Dola Xoşnawetiyê da, serê rêz û rûmetê ji bo giyanê pakê şehîdên wê tawankariya rejîma berê re ditewînîn. Bi rêz û rûmetê wan bi bîr tînîn û silav û rêz ji bo malbat û kesukarên wan yên serbilind re dişînîn.
Tawana kîmyabaran kirina wê navçeyê û xelkê dilsoz û têkoşerê wê, berdewamiya zincîreyek tawanê din bû li xelkê sivîl û ax û xwezaya Kurdistanê hatibe kirin. Mebesta wan şikandina îradeya azad ya gelê Kurdistanê û xelkê niştimanperwerê wê navçeyê bû ku herdem bingeheke girîngê xebat û têkoşîn û baregeha Pêşmergeyetiyê bûye.
Azadî û destkeftên îro ya Herêma Kurdistanê, berhema xwîn û xebat û qurbanîdana xelkê berxwedanê Kurdistane. Baştirîn bîranîn û rêz û wefa ji bo giyanê şehîdan û mîsoger kirina paşerojeke baştir ji bo gelê Kurdistanê, yekrêzî û tebayî û pêkveyî û zêdetir xizmet kirina Kurdistanê ye.
Silav li bîranîna şehîdên Xoşnawetî û tevahiya şehîdên Kurdistanê.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
16.04.2025