2022-03-11T09:47:28.000000Z
Îro 52 sal bi ser destkefteka dîrokî û herî diyar ya gelê Kurdistanê da derbas dibin ku ew jî rêkeftina 11ê Adara sala 1970 ê di navbera hikûmeta wê demê ya Iraqê û şoreşa mezin ya Îlonê bi rêveberiya Barzanî yê Nemir da ye.
Rêkeftina 11ê Adarê girîngtirîn destkeftiya dîroka nû ya tekoşîna azadîxwaziya gelê Kurdistanê ye ku bûye yekem belgenameya yasayî û danpêdanan bi mafên rewayên gelê Kurdistanê. Her çiqas desthilata hîngê ya Iraqê paşê ji wê rêkeftinê poşman bû, lê belê bû egerê nasandina doza gelê Kurdistanê li ser asta cîhanê û bû bingehek ji bo destkeftiyên piştî serhildanê û damezrandina qewareyê destûrî û federalî ya Herêma Kurdistanê.
Eger desthilata hîngê ya Iraqê rêz li wê rêkeftinê bigirtaye, welat û paşeroja nifşê wî ji gelek şer û wêrankariyan diparast û niha Iraq bi temamî welatekê bi aram, avadan û pêşketî dibû. Niha jî divê em hemû li Iraqê pend û îbretê ji wan dersan werbigrîn û bi parastina federalîzmê û mafên destûrî yên hemû pêkhateyên Iraqê, niha û paşerojeka baştir ji bo neviyên xwe dabîn bikîn.
Di vê bîreweriyê da rêz û silavan ji bo canê paqij yê şehîdên Kurdistanê dinêrîn û bi rûmet ve wan li bîra xwe tînîn. Bila evê bîranînê bikîn palderê pêkveyî, biratî û yekrêziya gelê Kurdistanê ku hîngê jî serkeftin û rêkeftina 11ê Adarê jê berhem hat û bi vê yekê jî em dikarin mafên xwe yên niha û paşeroja qewareyê Herêma Kurdistanê biparêzîn.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
11ê Adara 2022