
Em îro bîranîna xemgîn a salvegera bombebaran kirina Zanîngeha Silêmaniyê û bajarê Qeladizê dikîn ku 24 ê Nîsana 1974 an de, li tawaneke dirindaneya rejîma berê ya Iraqê û li hewleke pûç ya ji bo şikandina îradeya gelê Kurdistanê û tevgera rizgarîxwaziya wê de, dehan xwendekar û mamosta û welatî şehîd bûn.
Li vê bîranînê de, bi rêz û rûmetê ve şehîdên ciwanemergên zanîngehê bi bîr tînîn û serê rêz û rûmetê jî li ber ruh û giyanê wan yê pak da ditewînîn. Ev tawana hovane, rûpeleke din a bi êş û jan ya dîroka Kurdistanê bû. Lê belê nekarî îradeya gelê me lawaz bike, belkû berdewamiya xebat û têkoşîna bi navê azadiyê da xûrttir û bihêztir kir.
Li vê helkeftê de, em piştgîriya xwe ya tevahî ji bo zêdetir xizmetkirina herêma Pişder û Qeladizê de nû dikîn ku herdem sembola xebata niştiman bûn û ji bo berevanîkirina Kurdistanê cangoriyên mezin dane. Berpirsiyariya me hemûyane bi karkirina ji bo paşerojeke baştir ya xelkê wê û Kurdistanê bi giştî, rêz li xebat û cangoriyên wan bigrîn.
Silav li giyanê pakê şehîdên Zanîngeha Silêmaniyê û Qeladizê û tevahiya şehîdên Kurdistanê û bîranîna wan bi xêr be.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
24.04.2025