Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî ya ji bo hatina meha pîroza Remezanê

2025-02-28T15:44:00.000000Z
Nûçe

Bi helkefta hatina meha pîroza Remezanê, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî misilmanên li Kurdistan û Iraq û seranserê cîhanê dikim, ji xwedayê mezin hêvîdarim xêr û bexteweriyê ji bo me hemûyan bi xwe re bîne.

Remezan meha dilovanî, lêborînî û başiyê ye, derfeteke ji bo bihêz kirina bihayên birayetî û pêkvejiyan û nû kirina ruh û giyanê hevkariya li civakê de. Hêvîdarim aramiyeke zêdetir ji bo gelê Kurdistan û Iraq û navçeyê bîne.

Xwedayê mezin rojî û perestî û lavayên me hemûyan qebûl bike û bexteweriyê bi me hemûyan bibexşe.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê

28/2/2025