Bi helkefta hatina sersala nû 2025ê, ez germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû welatiyên hêja yên Kurdistanê, bi taybetî malbatên serbilindên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlekariya navxweyî û hemû pêkhateyên Kurdistanê, herwesa pîrozbahiyê li gelên Iraqê û hemû cîhanê dikim. Bi hêviya ku sala nû ji bo hemûyan bibe saleke tijî aştî, aramî, geşepêdan, xêr û xweşiyê.
Sala 2024’an di navçeyê da guherîn û werçerxanên mezin pêk hatin û kêşeyên ewlehî û siyasî bandora xwe li ser rewşa hemû navçeyê kiriye. Ev pêşhatên me pêwîst dike ku em baş bifikirin û yekrêzî û hevahengiya xwe ya navxweyî xurt bikin da ku em bikaribin rûbirûyê wan gefên ku ewlekarî û aramiyê tehdît dikin, bibin û her weha sûd ji derfetan werbigrin.
Ji vê helwestê ve ez bang li hemû aliyên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê dikim ku bi hev re kar bikin ji bo derbaskirina nakokiyan û ber bi paşerojê ve bi rihê berpirsiyariya hevbeş a niştimanî bimeşin. Di vê rewş û qonaxê da û di şert û mercên niha de, karên hevbeş û yekrêzî yekane rêya bihêzkirina kiyana Herêma Kurdistanê û bidestxistina mafên me yên rewa ye. Ji ber wê jî ez tekezî li ser girîngiya bilezkirina pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim.
Bi vê helkeftê, ez pêdagirbûna Herêma Kurdistanê ji bo karkirina digel Hikûmeta Federal a Iraqê û hevkarên me yên navçeyî û navdewletî ji bo rûbirûbûna kêşeyên hevbeş û dîtina çareyên mayînde ji pirsgirêkan ra dubare dikim. Hevkariya di navbera me da dê bibe fakterek ji bo aramî, aştî û geşepêdana Iraq û navçeyê û dê bibe alîkar ku pêkvejiyana aştiyane di navbera gel û pêkhateyên navçeyê de.
Herêma Kurdistanê bi îradeya samîmî ya gelê xwe ji hemû pêkhate û hêzên niştimanî, şiyana derbaskirina kêşeyan û berdewamiya avakirina paşerojeke baştir ji bo nifşên paşerojê heye. Werin em bi hêvî û umêd ve sala nû bikin derfetek ji bo xebatên ciddî û bi dest ve anîna daxwazên gelê xwe.
Sala nû li we hemûyan pîroz be.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31.12.2024
Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî ya ji bo sala nû
2024-12-31T12:49:00.000000Z