2022-03-08T10:58:35.000000Z
Bîranîna heştê Adarê ya roja cîhanî ya jinan, li tevahiya jinên Kurdistanê li welat û li her devereke cîhanê bin, bi germî pîroz dikim. Hêviya ber bi pêşveçûnên berdewam û serkeftinê ji bo wan dixwazim.
Li vê bîranînê de ji bilî dûpatkirina hemû piştgîriyeke me ya ji bo jinan û keçên Kurdistanê, wan piştrast dikîn ku wekî herdem pêdagiriyê li maf û azadiyan dikîn û bi hemû şiyaneke xwe ve berevaniyê li wan dikîn.
Di demek da vê bîranînê dikîn ku bi dilgiraniyê li amarên tundutîjiyê û kuştin û azardana jinan û binpêkirina mafên wan dinêrîn ku bandoreke nerênî li ser rewşa civakî û nav û pêgeha Herêma Kurdistanê kiriye. Tekez dikîn ku ev rewş bi tu awayekê nayê qebûlkirin û divê bi tevahî bi dawî bibe.
Rûbirûbûna tundutîjî û rêgirîkirina li kuştina jinan bi her hêcet û sedemek bê, li her sê Serokayetiyên Herêma Kurdistanê ve û aliyên peywendîdarên hikûmetê û rêxistin û mamostayên olî û medya û civak bi giştî erkeke hevbeş ya me hemûyane.
Her wiha li rêya perwerde û agahî û hişyariya takekesî û malbatan ve, ji bo nehiştin û binbirkirina tundutîjiya dijî jinan û pêşxistina kultûra netundutîjî û lêborînî û wekhevî û mîsogerkirina beşdarî û hevbeşiya çalak ya jinan li hemû pêgeh û kiyanên jiyan û desthilat û siyaset û kargêrî û bihêzkirina şiyanên wan da, divê em hemû bi pêkve û hevkar bîn û hewlên ciddî bidîn.
Bilind û bi rûmet bê bîranîna heştê Adarê, serkeftin ji bo xebat û têkoşîna jinan û azadîxwazên bi navê dabînkirina maf û dadwerî û wekheviyê da. Silav li giyanên cangoriyên tundutîjiya dijî jinan.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
08.03.2022