
Îro bi rûmetê ve sîh û çar salî ya raperîna Adara 1991 bi bîr tînîn. Bi vê helkeftê pîrozbahiyê li malbat û kesukarên serbilindên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û tevahiya gelê Kurdistanê, bi hemû pêkhatên wê ve dikim.
Raperîn û serhildan wêstgeheke dîrokî û li rûbirûbûna dîktatorî û sîtemkariyê da, çarenivîs saz û xwesta polayînî ya Kurdistaniyan bû. Gelê Kurdistanê bi baweriyeke bi hêz, bi dadperweriya doza xwe, yekrêz û yekgirtî, li ser bingeha azadî, rûmet û dadperweriyê serî hilda û bi rûyê paşerojeke nû da dergehek vekir. Berhema xebateke dûr û dirêj û cangoriya mezina Pêşmerge û gelê Kurdistanê, li Iraqa nû da bû sedema pejirandina mafên wê yên rewa.
Federalî û destkeftên destûrî û amadehî û bandora îro ya Kurdistanê, berhema vê raperîna mezinin. Ji bo wê yekê parastina destkeftan û mîsoger kirina mafên nifşên paşeroja me, bi yekrêzî, yekgirtiyî û hevdû têgihiştina hemû hêz û pêkhatan tê kirin. Rewşa herêmî û nakokiyên navxweyî û derekî, ji me hemûyan dixwaze bi ruh û can û berpirsiyariyeke hevbeş ve kar bikîn. Ji ders û waneyên berê fêr bibîn û berjewendiya giştî ya gelê xwe biparêzîn.
Li vê helkefta pîroz da, tekez dikîn ku li kar kirina pêkanîna armancên bilindên raperînê û xebata aştiyane û dîplomasî ya ji bo parastina mafên gelê Kurdistanê de berdewam debîn. Ji bo wê yekê ku xwest û hêviyên Kurdistaniyan, yên ji bo paşerojeke baştir û pêşketîtir pêkbînîn, divê bingehên pêkvejiyana aştiyane, bi hêz kirina kultûra hevdû qebûl kirinê, pejirandina demokrasî û karê hevbeş, bi ruheke berpirsiyariya niştimanî bi hêztir bikîn. Em hemû nifşên piştî serhildanê ne, nifşê niha û paşerojê jî divê bi rûmetê û sûd wergirtina ji pêşerojê, bi bawerî û hêviyê ve ber bi paşerojê hengavan bavêjin.
Silav li canên pakê şehîdên serhildanê û hemû şehîdên Kurdistanê.
Her bilind û bi rûmet bê, bîranîna raperînê.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
05 ê Adara 2025