Îro em bi rêz û şikodariyek mezin bîranîna şehîdên nemir ên mergesata 1ê Şibata 2004an dikin, ew roja ku terorîstên tarîperest di sibeheke cejnê de, bi kîn û nefretreke reş, du baregehên sereke yên Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li Hewlêrê kirin armanc û komek lîder û tekoşerên diyar û welatiyên bêtawan şehîd û birîndar kirin.
Şehîdên 1ê Şibatê, sembola pêkvejiyan, yekrêzî û têkelbûna xwîna zarokên Kurdistanê ne li ser rêya azadî û serfiraziyê. Ew di demekê de şehîd bûn ku mijûlî pîrozbahiya cejnê û bihêzkirina tebayî û hezkirinê bûn, loma bîranîna wan tenê bibîranîna êşekê nîne, belkî tekezkirin e li ser wan nirxên ku wan di ber de canê xwe dan.
Wefaya herî baş ji bo xwîna şehîdên 1ê Şibatê û tevahiya şehîdên Kurdistanê, parastina destkeftan, kûrkirina canê tebayî, pêkvekarkirin û yekrêziya navbera aliyên siyasî ye. Divê em vê bîranînê bikin hêvênê derbaskirina nakokiyan û karkirina ji bo avakirina pêşerojeke geştir ji bo nifşên me ku hêjayî qurbanîdana şehîdên me be.
Silav ji bo canê pak ê şehîdên 1ê Şibatê û tevahiya şehîdên Kurdistanê. Silav û serbilindî ji bo kesûkarên wan ên serbilind.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
1/2/2026