2022-02-16T08:20:01.000000Z
Di demek da Iraq bi rewşeke aloza siyasî da derbas dibe, mixabin biryareke Dadgeha Bilinda Federaliya Iraqê ku yasaya neft û xaza Herêma Kurdistanê bi nedestûrî dizane, Herêma Kurdistanê tûşî dilgiraniyeke mezin kir.
Em bawerin ev biryara Dadgeha Bilinda Federalî ku pişta xwe bi yasayeke serdema rejîma berê girêdaye, bingehên federalî û mafên destûriyên Herêma Kurdistanê piştguh xistiye û li gel giyanê destûr û sîstema federaliyê da pêknayê, li ser qadê û rastiyê de jî nayê bi cîhkirin.
Ev biryare her wiha kêşeyên di navbera Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser dosyeya neft û xaz aloztir dike ku bi dirêjahiya salên derbasbûyî hewla çareserkirina wan hatiye dayîn û li çend qonaxek da hengavên ber bi çareserkirina hatine dayîn.
Em bawerin Dadgeha Bilinda Federalî li şûna vê biryarê, diviya biryar bide ku Hikûmeta Federaliya Iraqê li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gor destûr li ser kêşeyan û pirsa neft û xazê bigihin çareseriyek ku li berjewendiya tevahiya Iraqê da bê.
Çaverêyiya me ji Dadgeha Bilinda Federaliya Iraqê heye û daxwaz dikîn pêdaçûnê bi biryara xwe da bike û bingehên destûr û sîstema federalî ber bi çav bigre bo ku mafên yasayî û destûriyên Herêma Kurdistanê neyên binpêkirin û nebine sedema alozbûna zêdetirê rewşa siyasî ku ziyanê bi berjewendiyên Iraqê bi giştî digihîne.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
15.02.2022