Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Peyamek ji Serok Nêçîrvan Barzanî

2025-02-03T07:23:00.000000Z
Nûçe

Em pêşwaziyê li dengdana Parlementoya Iraqê ya li ser serastkirina yasaya budceya giştî ya federalî dikin û destxweşiyê li Parlementoya Iraqê û wan hemû kesên ku di amadekirin û pejirandina wê de beşdar bûne, dikin.

Spasiya me ya taybetî ji bo birêz Serokwezîr Mihemed Şiya Sudanî ku, ji destpêkê ve bi dilsozî û bi ruheke niştimanî bi me re hevkar bû û ji bo çareserkirina pirsgirêkên têkildar bi bûdce, mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê re alîkar bû.
Em destxweşiyê li şanda danûstandinkar û aliyên peywendîdar yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal a Iraqê dikin.

Ev gaveke rast û hêvî bexşe ku dê di xêr û berjewendiya hemû Iraqê, Herêma Kurdistanê jî di nav da, be. Em hêvîdar in ku bibe destpêka çareserkirina pirsgirêkên din û mizgîniya çareseriya dawî ya pirsa mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem da li pey xwe bîne. Em careke din tekez dikin ku ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan bi diyalog û ji hevtêgihiştinê em dê berdewam hewl bidin.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
03.02.2025