Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Peyamek ji Serok Nêçîrvan Barzanî

2024-01-26T11:02:40.000000Z
Daxuyanî
Em pêşwaziyê li rêkeftina di navbera Hikûmeta Iraqa Federal û Hikûmeta Amerîkayê da dikin ji bo destpêkirina karên Komîteya Bilind a Leşkerî (HMC) û pêşdebirina gotûbêjên li ser peywendiyên du alî û paşeroja hevkariyên hevbeş di warên siyasî, aborî, çandî, ewlehî û leşkerî da.

Herêma Kurdistanê piştevaniya vê rêkeftinê dike û dê ji bo parastina aştî, ewlekarî, seqamgîrî û serweriya welat û pêşxistina peywendiyên li ser bingeha rêzgirtin û berjewendiyên hevbeş de alîkar dibe.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
25.01.2024