2022-06-09T17:01:02.000000Z
Serokatiya Herêma Kurdistanê wê êrîşa şeva 8 li ser 9ê hizîranê 2022ê bi Dironeka bombebarkirî kirye ser Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê ku, ji egerê wê êrîşê hijmareke sivîlan birîndar bûn û ziyan giha çend oromobîlan bi dijwarê şermezar dike.
Em, li Serokatiya Herêma Kurdistanê, di wê baweriyê dane ku dubarebûna van kiriyarên terorîstî ziyanê bi seqamgîriya asayîş û rewşa siyasî ya Îraqê bi giştî û herêmî digihîne û xizmeta dijminênên Herêma Kurdistan û Îraqê dike.
Serokatiya Herêma Kurdistanê, wek hertim, piştevaniya wê yekê dike ku hevahengî û hevkarî di navbera saziyên emnî yên Herêma Kurdistanê û hikûmeta Federala Îraqa da zêdetir bi hêz bikin daku ew kes û aliyên destê wan di van êrîşan da heye vebînin. Herwesa daxwazê ji aliyên peywendîdar yên Îraq û civaka navdewletî jî dike ku ji bona rêgirtin li pêşiya dubarebûna van êrîşan xebat û pêngavên cidî bigirin ber xwe ku, vê jî dê ji bo seqamgîriya deverê bi awayekî giştî gelek karîgerî hebe.
Serokatiya Herêma Kurdistanê
2022.06.09