2022-07-20T18:31:06.000000Z
Em tawana bombebarana îro ya sînorê Zaxoyê bi tundî şermezar dikin, ku di encamê de hejmareka welatiyên sivîl û geştiyarên li navçeyên cuda yên Iraqê jiyana xwe ji dest dan û hejmareke din jî birîndar bûn.
Dûbarebûna bombebaran û berdewamiya şer û pevçûnên di navbera artêşa Tirkiyê û çekdarên PKK ê li ser sînoran bi temamî hatiye redkirin û nayê qebûlkirin û asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê û sînorên navdewletî yên Iraqê xerab û aloz kiriye û bi sedan gundên navçeyê vala kirine.
Em ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin hevxem û hevsozê wanîn. Nexweşxane û aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê hemû alîkarî û xizmetguzariyên pêwîst pêşkêşî birîndar û lêqewimiyan dikin.
Divê artêşa Tirkiyê û çekdarên PKK ê şer rawestînin û êdî li navçeyên tixûbî nebin sedema kuştin û wêraniyê û şer û belaya xwe li ser sitûyê xelkê Herêma Kurdistanê vekin. Divê hikûmeta Iraqa Federal jî hemû rêkarên pêwîst werbigre ku pêşî li dûbarebûna van tawanan bigre û ewlekariya welatên cîran ji axa Iraqê nekeve metirsiyê.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
20.07.2022