2022-01-04T16:01:07.000000Z
Ji bo koça dawî ya têkoşer û Pêşmerge û kesayetiyê diyarê Kurdistanê xwedê jêrazî Resûl Feqê, pirse û serxweşiyê li malbat û kesukarên birêz û dost û hevsengerên wî dikim û hevxema wanim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê xwedê jêrazî bi himbêz û dilovaniya xwe şad bike û hedar û aramiyê bi malbat û kesukarên wî bibexşê.
Mam Resûl Feqê li temeneke zû ve dest bi xebatê kiriye û hemû jiyana xwe bi têkoşîn û Pêşmergeyetiya ji bo gel û welatê xwe bi ser bir. Li wê rêyê da koçberî û dijwarî û zehmetiyeke zêde kişand û li şoreşa Eylûl û Gulan û Raperînê da nav û pêgeheke diyarê berpirsiyarî û xebata Pêşmergeyetî hebû. Bîranîna wî bi xêr û giyanê wî şad bê.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
01.01.2022