Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Peyameke spasguzarî û pêzanînê ji Serok Nêçîrvan Barzanî

2025-06-11T13:20:00.000000Z
Nûçe

Bi navê xwe û gelê Kurdistanê, gelek spas û pêzanînên xwe pêşkêşî cenabê Serok Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan Serokê Dewleta Îmarat û Dîwan û Nivîsîngeha wan ya birêz dikim, ji bo wê girîngîpêdan û çavdêriya taybet ya vê dawî yê di dema wergirtina çareseriyê da li Ebudabî, pêşkêşî xwedê jêrazî Kerîm Şingalî hate kirin.

Xwedê jêrazî di dema mayîna li nexweşxaneyê de, xizmeteke pizîşkiya gelek baş û muameleyeke mirovî û camêraneya bilind, ji aliyên peywendîdaran ve hate pêşkêş kirin û hemû hewlek dan ku baştirîn çavdêriyê lê bikin ku ev e jî cihê gelek spasî û pêzanîna me ye.

Her wiha gelek spas û pêzanînên xwe pêşkêşî wan dikim ji bo helwesta bilinda birayetiya wan bi erkê vegerandina termê xwedê jêrazî ji bo niştiman ku nîşaneyeke raste rast ya peywendiya bi hêz û giyanê birayetiya di navbera gelê Kurdistanê û dewleta Îmarate bi serkirdayetî û gelê her du aliyan ve. Em vê helwesta mirovî û camêriya wan bilind dinirxînin û herdem cihê pêzanîn û spasiya gel û serkirdayetiya Kurdistanê dimîne.

Di heman demê de spas û pêzanînên xwe ji bo wan hemû hevkarî û piştevaniya Îmaratê dûpat dikîn ku bi giştî pêşkêşî bi Iraq û Herêma Kurdistanê re dike. Ew piştevaniya rastgoya ku bi hêz ya peywendiya dostayetî û birayetiya di navbera wan derdixe.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
11.06.2025