2019-09-19T17:28:24.000000Z
Êvariya îro pênçşem 19/09/2019 bi amadebûna birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, her wiha rêzdaran Mihemed Helbûsî Serokê Encumena Nûnerên Iraqê, Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dr Beşîr Hedad Cîgirê Serokê Encumena Nûnerên Iraqê, Matthew Tueller Balyozê Amerîka li Iraqê, Parlementerên Kurdistan û Iraqê û berpirsên siyasî û îdarî û nûner û konsolê welatên biyanî li Herêma Kurdistanê, rêwresma derçûna yekema xula xwendekarên zanîngeha Amerîkî Kurdistan li parêzgeha Dihokê birêveçû.
Li rêwresmê da birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir ku eve jî naveroka wê ye:
Amadebûyên birêz!
Xwendekarên delal!
Kesukarên xwendekaran û Mamostayên birêz!..
Êvara we baş...
Xweşhalim ku vê êvarê li bajarê Dihoka delal, beşdarî li xweşî û şadiya we da dikim, ya bi helkefta temamkirina xwendin û derçûna we ya li zanîngehê û destpêkirina qonaxekî nû ya jiyanê. Pîrozbahî û destxweşiyê li we dikim, hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.
Pîrozbahî û destxweşiyê li dayik û bavên xwendekarên derçûya xula yekema zanîngeha Amerîkî li Kurdistanê dikim. Hevkariya wan wiha kiriye îro vê koma xwendekarên bi serkeftî li vir bibînîn. Spas û destxweşî ji bo mamostayan û serokayetî û karmendên zanîngehê ku van xort û lawên delal bi wê cûre û sîstema pêşketî pêgihandin û bi astekî zanistî ya bilind li zanîngehekî hemdem derdikevin û dikevin qada karkirina ji bo xizmetkirina Kurdistanê.
Dixwazim spasiyeke taybetî li wê dûrbîniyê bikim ku birayê minê xweşdivî Kek Mesrûr Barzanî hebû ji bo damezrandina vê zanîngehê.
Xwendekarên xweşdivî!..
We şansekî gelek baş hebû ku we karî li zanîngeheke wiha bixwînin. Ew şanse mixabin li ber dayik û bav û bapîrên we neket, wan xebatê kir ji bo wê yekê ku hûn û nifşên nû we şanseke baş hebê. Ji ber wê jî li vê rojê da pêwîste rêz li xebat û têkoşîna hemû Pêşmerge û têkoşerên welatê me bigrîn, ji ber ku bi xebata wan û bi xwîna şehîdên me Kurdistan gihîşt vê rojê.
We qonaxekî girîngê jiyanê birêkir, niha qonaxekî girîngtir li benda we ye ku qonaxa xizmet û beşdarîkirina li berev pêşvebirin û pêşxistina welat da. Qonaxa selmandina we bi xwe û kesayetiya we ye. Qonaxeke ji bo nîşandana jêhatiyî û şiyanên we ya li xizmetkirina welat û beşdarîkirina çalak ya li proseya geşkirina civakî û hizirkirin û bîrkirina baştir, ji bo paşarojeke ronaktir ya ji bo welatê me.
Hêvîdarim derfeta karkirinê bi destên we bikevê. Pêwîste yekemcar bîr û hizra karên cîddî û berhemdar bikin, neku li post û pêgeh. Li nav kar da post û pêgehên mezin çaverêya we dike. Daxwaz li hemû kompanyayan jî dikim li gor pêdivî û şiyana wan, dergeha kar ji bo nifşa nû ya Kurdistanê vekin.
Xwendekarên xweşdivî...
Dû armancên me yên serekî, pêşxistina perwerde û tendirustiyê bûye. Ji aliyê me ve ev dû war bingeha pêşketina hemû civakê ne. Ji ber wê jî me piştevaniya li hemû projeyeke li van dû waran da kiriye. Me van jî bi erkê xwe zaniye, ji ber ku em dixwazin nifşa we û nifşên paşarojê xweşguzeranî û li asta pêşketina cîhanê da bin. Her ji ber wê jî me bi erkê xwe zaniye piştevaniya li Zanîngeha Amerîkî li Kurdistanê bikîn.
Niha ku berhema wê projeya perwerdeyê dibînim gelek dilxweşim ku zarokên zimanzan û hişyar dibînim li welatê me, ku derçûyê asta bilind û qiseşîrîn û reftar birêzên wekî we li Kurdistanê dibînim, em hemû bi pêkve dilxweşîn ku nifşa îro dibînim girîngiyê bi jîngeparêziyê didin ku nifşeke hişyar dibînim li xema guhertina keşuhewaya cîhanê dane. Gelek dilxweş dibim ku dibînim nifşek li pêgihiştinê daye gelek bawerî bi xwe û welatê xwe heye, gelek dilxweşîn bi vê yekê.
Nifşeke bi vî awayî dibê hêza pêşxistina civak û siyaset û birêvebirina li Kurdistanê. Hûn wiha dikin ku hizb û kesên siyasî û karbidestên niha jî xwe pêşbixin.
Derçûyên xweşdivî...
Hûn ku li navendekî zanistî ya girînga wekî vê zanîngehê we xwend û temam kir, me hemûyan çav li wê yekê ye bi astekî zanistî ya bilind û bi bîr û bîrkirineke baştir ve amadeyê xizmetê bin. Dayik û bav û kesukar û welatê we, hêviya xwe li ser we ava kiriye û veberhênanê li ser we kirine.
Raste, bi beramber li gel berê, me li Herêma Kurdistanê bi tevahiya sîmaya welatê xwe guherandiye û hengavên mezin avêtiye li binyatnana rê û banî û tunel û avahî û mall û park û firokxane û çendîn cûre projeyên bînasaziyê da, raste li vî warî de niha Herêma Kurdistanê heman Herêma Kurdistana (15) sal û (20) sal berê nîne. Lê belê wekî li welatê herî pêşketiyên cîhanê jî bi ezmûn derketiye, pêşketina rastîn bi pleya yekem binyatnana mirov û hizr û bîrkirineke baş û pêşxistina sermaye û şiyana mirove li her welatek.
Hizr û bîrkirin bingeha pêşxistin û pêşketina cîhanê bûye û her wiha jî dimînê. Ewê ku me heta niha li Herêma Kurdistanê kiriye, bi vekirina zanîngehên nû û guhertinên li zanîngehên berê ji bo xwe guncandina li gel hel û mercê nû yê jiyanê û teknelojiya, destpêkeke başe, lê belê erk û hewl û karê gelek zêdetir li pêşiya me ye.
Geşepêdan û berev pêşvebirina vê proseyê piştî niha dibê erkê we yên xweşdivî. Hûn dikarin sîstema bîrkirinê li Herêma Kurdistanê bibin astekî bilindtir. Dikarin bi şiyanên xwe guhertinê li guftar û reftar û karê civakî ya Kurdistanê da dirust bikin.
Geşepêdana samanên xwezayî ya welat û bikaranîn û sûd jê wergirtina wê ji bo avadankirin û pêşxistina welat û civakê, gelek pêwîste. Lê belê divê herdem çavê me li sûdwergirtina berdewam bê li şiyana bîrkirina mirov, nabê çavkaniya xwezayî li nav mejiyê mirov bi xwe bê îhmal û feramoş kirin! Bihêztirîn û karîgertirîn çavkaniya xwezayî, mirov bi xwe û mejî û hizr û bîrkirina wî ye.
Bila mînakek behs bikim. Di destpêka peywendiya me ya li gel hinek welatan, berî çend salekê, bi serdanekî fermî çûyîn Koriya Başûr. Ew welat pêş û paş dabeşbûnê jî, tûşî şer û wêrankarî û rewşeke aborî û her wiha birçîtiyekî gelek mezin bû. Gelek hêzên navxweyî û derekî, beşdarî li wêrankirina her dû beşên Koriya Bakûr û Başûr da kirin. Piştî rawestana şer û hinek guhertinan û biryara siyasî û aborî, dû welatên gelek ji hevdû cûda li Bakûr û Başûrê Koriya geşbûn û pêşketin.
Ewê li ezmûna wî welatî da gelek ber bi çav bû, ewe bû: Her welat û gelek girîngiyê bi xwendinê bide û bizanê girîngtirîn çavkaniya xwezayî, hizr û bîrkirina baş û bikaranîna mejiyê her take kesekî gelê wî ye, dikarê li ser hemû nexweşiyan da zal bê û pêşbikevê û pêşbirkêya pêşketinê li gel mezintirîn û pêşketîtirîn welatên cîhanê da bike.
Li vir da pirsiyarek dirust dibê: Gelo sedema serekiya serketina vî gelî çiye ?
Ku hinek ji kompanyayên wî welatî me dît, li awayê bîrkirin û karkirinê da ji bo me derket ku sîstema perwerde û xwendina seretayî û amadeyî û xwendina bilind, kilîla geşbûna aborî û siyasî û civakî û teknelojiya wane. Niha ji bo her koşeyekî cîhanê diçî, dibe ku çi malek yan nivîsîngehek nebînî ku berhemê wî welatî têda nebê. Niha aboriya Koriya Başûr li rêza pêş ya aboriya baş yên cîhanê daye.
Xweşdiviyan!
Hûn û hev qonax û hevtemenên we ku zanîngehê temam dikin, sibê her yek ji we li warekî jiyanê da divê wekî pêşengek kar bike, êdî erkê we ye pişt bi zanist û sermayeya mejî û bîrkirina xwe pê bibestin. Bîr bikin û dahênanê bikin. Bîr bikin û jiyan û dewruber û civakê baştir bikin.
Armanc û peyama xwendina bilind, amadekirina nifşeke nû ye bi şarezayî û hişyariyekî hemdem û astekî zanistiyaneya bilind ji bo karkirinê, pêdiviyên pêşketina welat û gihîştina bi karwana cîhana pêşketî, kar û erkê we ye. Dirustkirina bingeheke baş jî ji bo we, erkê me ye ku ev zanîngeha îro em têda rawestayîn yek ji wê hengava pîroze ku destpêkiriye û bi hêviya xwedê berdewam jî dibê.
Birêzan...
Xweşhalim ku Zanîngeha Amerîkî li Kurdistanê karên cîddî li ser pêşxistina şiyanên mirovî dike. Zanîngehên Herêma Kurdistanê divê navenda lêkolînên zanistî yên gelek baş hebê û girîngiyeke gelek cîddî bi lêkolînê bidin. Li dariştina bername û plana birêvebirina welat û hengavên dirust berev paşarojê, beşdariyeke çalak hebê û yarmetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bidin. Divê roleke mezin li bi cîhkirina bihayên mirovî yên cîhana pêşketî û berfirehkirina zanist û zanînê da hebê.
Hêvîdarim û piştrastim Zanîngeha Amerîkî li Kurdistanê û hemû zanîngehên dinên Herêma Kurdistanê, li bername û programên xwendinê da girîngiyê bi kultûra pêkvejiyan û lêborînî û hevdû qebûlkirin û azadî û demokrasî û jîngeparêziyê bidin û hevkar bin li wê yekê ku Kurdistan ji bo herdem wekî stargeheke aram ji bo hemû pêkhatên vî welatî bimînê.
Birêzan...
Ji bo ku nifşê niha bikarê welat pêş bixe, divê aramiya siyasî û birêvebirinekî hevbeş û nerm hebê. Divê hevbeşî li proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê da bihêz bikîn. Her li vî warî de jî hewl didîn tebayî ya navxweyî li Kurdistanê biparêzîn, rêkkeftin li gel Hikûmeta Federal ya Iraqê dirust bikîn. Ji bo vê mebestê jî daxwaz ji hemû aliyan û hîzbên Kurdistanî û Iraqiyan dikîn hevkarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bin ku li wî karî destpêkiriye.
Me li Herêma Kurdistanê xwestiye û herdem jî dixwazîn jiyan û avadanî û pêşketin û bextewerî ji bo hemû aliyek hebê, berdewam me hewl daye li gel Hikûmetên Iraqê li rêya diyalogê ve bigihîn çareseriya kêşeyan. Li vir her bi vê helkeftê ve carekî din daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina hemû kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Iraqê li çarçêweya destûra Iraqê da dûpat dikîn û pêşwaziyê li hemû wan hewl û hengavan jî dikîn ku li vî warî da li holê da heye.
Ezmûn û serpêhatiya gelê Kurdistanê li gel hikûmetên yek bi yekên Iraqê her li serdema paşayetî ve heta niha, wê rastiyê selmandiye ku ji bilî diyalog û hevdû têgihiştin û rêkkeftinê, hîç rêyekî din li berjewendiya Iraq û gelên Iraqê da nebûye û nabê. Em hemû divê wane ji berê werbigrîn û pêkve berev çareseriyê hengavan bavêjîn.
Hemû pêkhatên Iraqê divê bi kirdarî li desthilat û birêvebirin û biryarê da hevbeş bîn û hîç netewe û pêkhateyekî Iraqê nabê bê piştguh xistin. Hê jî teror û tundî û serhildana wan, metirsî û gefekî rastîne li navçeyê, ji bo wê yekê hewla hevbeş û karê pêkve ya li navbera Herêma Kurdistan û Iraqê û welatên navçeyê û civaka navdewletî da pêwîste. Baştirîn rêgirî li terorê jî, dirustkirina tebayî û rêkkeftina navxweyî ye li Iraqê da.
Her wiha erkê Hikûmeta Federal ya Iraqê û civaka navdewletiye piştevanê li pêşketin û aramiya Herêma Kurdistanê bikin û ew pêşketin û aramî bê berfirehkirin bo ku hemû cîheke Iraqê, bi hevdû têgihiştina hemû aliyan û bi cîhkirina destûrê jî rewşa neasayî ya li navçeyên nakokî li ser bê bi dawî anîn.
Di dawiyê de dixwazim dûbare pîrozbahiyê li derçûyên xula yekema Zanîngeha Amerîkî li Kurdistanê bikim, destxweşiyê li damezrêneran û mamostayan û kedkarên zanîngehê dikim, hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim. Destxweşiyê li wan hemû kesan dikim ku yarmetiya vê zanîngehê dane û her li pêşketinê berdewamin, hêvîdarim ew piştgîrî ji hemû aliyek ve her berdewam bê.
Êvara we baş
Hûn hemû gelek bixêrhatin
Spas