Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Fransa rewşa Iraqê guftûgo kirin

2019-10-07T08:33:48.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser hestiyariya rewşa Iraqê û pêwîstiya welat ya bi aramiya siyasî û emnî kir. Her wiha metirsiya serhildana Da'îş li Iraqê bi gefekî rastîn û cîddî da zanîn.

Li civîna li gel birêz Bruno Aubert Balyozê Fransa li Iraqê, birêz Serokê Herêma Kurdistanê spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo rola Fransa û Serok Macron ya li piştgîrîkirin û hevkarîkirina Herêma Kurdistanê dûpat kir.

Li civîna ku êvariya îro yekşem 06/10/2019 li Hewlêr ku birêz Olivier Decottignies Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêrê amadebû, her dû alî tekez li ser berev pêşvebirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Fransa, rewşa niha ya Iraqê, pêşhatên emniyên Bexda û parêzgehên din, kêşeyên Hewlêr û Bexda û diyaloga çareserkirina wan, rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê, pêwîstiya hemahengiya di navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge li navçeyên kêşe li ser, rewşa navçeyên ziyanberketiyên şerê terorê û pêşhatên navçeyên wan bi giştî guftûgo kirin.