Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Bin Zayid rewşa navçeyê guftûgo kirin

2019-11-11T17:19:15.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Şêx Mihemed Bin Zayid Cîhnişînê Ebu Dabî û Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Îmarat û Serokê Encumena Raperandina Îmarata Ebu Dabî pêşhatên dawî yên rewşa Iraqê guftûgo kirin. Her dû aliyan tekez li ser girîngiya parastina aramiya siyasî û emnî ya li Iraq û navçeyê kirin.

Êvariya îro yekşem 10/11/2019 li Ebu Dabî civînek di navbera Serok Nêçîrvan Barzanî û birêz Şêx Mihemed Bin Zayîd de, peywendiyên Hewlêr û Bexda û diyaloga çareserkirina kêşeyan, daxwaza her dû aliyan ya ji bo çawayiya zêdetir pêşxistina peywendiyan, derfeta kar û veberhênanê ji bo kertê taybetê Îmaratî li Herêma Kurdistanê û ji wir ve jî ji bo tevahiya Iraqê, peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel welatên cîran û navçeyê xistin ber behs û guftûgoyan.

Pêşhatên navçeyê bi giştî, metirsiya li egera serhildana terorê û girîngiya hemahengiya navçeyî û navdewletî ya ji bo rûbirûbûna wê û çend pirs û babetekî dinê girîngê her dû aliyan ya mijarên dinê vê civînê bûn.